Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêjneya Berevanî ji Asayîşa xelkê Kurdistanê bo serokatiya “Encumena Nûnerên Îraqê” nameyek şand

12:05 - 19 Îlon 2023

Lêjneya Berevanî ji Asayîşa xelkê Kurdistanê bi şandina nameyekê bo serokatiya “Encumena Nûnerên Îraqê”, daxwaza ji parlemana Îraqê kiriye, qebûl neke ku destdirêjiya ewlehî û leşkerî li ser wan penaberên ku pêka orf û yasayên cîhanî penah bo welatê duyem birine, bê kirin û wan li hemû curên tundûtîjî, kuştin û revandinê biparêze.

Di beşeke vê nameyê de hatiye: “Hemû bi başî dizanin ku Îraq û dever ji rewşeke siyasiya hestiyar û aloz re derbas dibin û qeder û jiyana xelkê rastî metirsiya şer û rikeberiyên dewletan hatiye û beşek ji gelên deverê bi neçarî ve penaber û avare bûne.

Lêjneya Berevanî ji Asayîşa xelkê Kurdistanê di nameya xwe de berdewam kiriye: “Di Herêma Kurdistanê de jî, hejmareke zêde alî û penaberên siyasî yên Rojhilatê kurdistanê hene ku li sînorên parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê de çendîn sal e pêka yasayên navnetewî li çendîn kempan niştecin in ku bi sedema nebûna azadiya siyasî, tundûtîjî, girtina çalakvanan, kuştin û bidarvekirinan, penah bo wir anîne, lê mixabin çendîn caran kevtiye ber êrîşên dironî û bombarankirinan û bi 10an kes bûne qurbanî û ew cihê nerehetî û daxê ye ku ew kiryarane li ber çavên cîhanê têne kirin û xwe jê bêdeng kirine”.

Di beşeke din a nameyê de hatiye: “Heyamê çend mehan ev ku dewleta Îranê digel dewleta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev kirine ku li derheq qedera wan aliyên siyasî û penaberan ku bi piranî jin û zarok û xelkê bi temen in û cihên jiyana wan digel xelkê medenî yê herêmê têkelav e û bi 100an kîlometran ji sînoran dûr in û ti metirsiyeke leşkerî bo ser Komara Îslamî ya Îranê nînin”.

Ev di çend xalan de daxwazê dikin ku: Hikûmeta Îranê bîr ji rêçareyeke aşitîxwazane bo yekalîkirina nakokiyên siyasî û rêz ji serweriya dewlet û yekîtiya Îraq û Herêma Kurdistanê bigire. Parlemana Îraqê qebûl neke ku destdirêjiya ewlehî û serbazî li ser penaberên ku pêka şêwe û yasayên cîhanî penaha xwe bo welatê duyem birine, ji hemû tundûtîjî, kuştin û revandinê biparêze. Herwisa hewla lezgîn û tevaw bo dawîanîn bi wan aloziyan bê dan, çimkî berpirsyaretiya ewlehî û jiyan û derbasbûna jiyana penaberan li stuyê her du hikûmetên Îraq û Herêmê ye.