Bereya Neteweyan, anku “Cêbhêyê Milel bo mafê diyarîkirina çarenivîsê” di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe ya tam ji banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê re ragihand. Ev bang ji bo mangirtina giştî ya di 25ê Xermananê de hatibû kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çar sal li ser kuştina Jîna Emînî re derbas dibin û rejîm bi krîza rewayiyê re rûbirû ye. Cibheya Neteweyan diyar kir ku siyaseta zext û darvekirinê, nîşana tirsa desthilatdariyê ye ji şoreşa gelan.
Bereya Netewan, anku Cibheya Milel a mafê diyarîkirina çarenivîsê, daxwaz ji hemû parên civakê, hêzên siyasî û azadîxwazan kir ku tevlî vê tevgerê bibin da ku îradeya xwe ya yekgirtî li hember zordariyê nîşan bidin. Hat gotin ku ev mangirtin peyamek ron e ku serdema tepeserkirinê ber bi dawiyê ve diçe.