Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encûmena birîndar û dadxiwazên tevgera Jînayê piştevaniyê li mangirtina 25ê Xermananê dike

09:46 - 15 Îlon 2026

Encûmena birîndar û dadxiwazên tevgera Jînayê piştgîriya xwe li banga hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bo mangirtina giştî li roja Çarşemî 25ê Xermananê ragehand.

Wê encûmenê roja Duşemî 23ê Xermananê, ligel nêzîkbûna çaremîn salvegera canjidestdana Jîna Emînî û destpêkirina tevgera Jînayê, bi belavkirina peyamekê daxwaz li xelkê kir ku li mangirtina giştî a rojhelatê Kurdistanê de beşdar bin.

Hevpeymaniya hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji xelkê kiriye ku roja Çarşemî 25ê Xermananê dukan û bazaran dabixin û li malên xwe de bimîn in.

Di vê bangê de îşare bi zêdebûna givaşên ewlehî, girtina çalakên siyasî û medenî, derkirin û cîbicîkirina hukmên bidarvekirinê, herwisa tundbûna pirsgirêkên abûrî, bihatî, hejarî û bêkariyê hatiye kirin.

Hevpeymaniyê ragehandiye amanca vê mangirtinê nîşandana hevpiştiya giştî û derbirîna nerizatiyê hember bi tepeserî, bidarvekirin û berdewambûna siyasetên Komara Îslamî ye.

Ew bangewaz li deve devê çaremîn salvegera canjidestdana Jîna Emînî hatiye belavkirn, Jîna Emînî, keçek 22 salî û xelka Seqizê, li Xermanana 1401an, piştî girtinê ji aliyê geşta Îrşad li Tehranê de canê xwe gorî kir, ew rûdaw bû sedema destpêkirina pêlek berfireh a nerizatî li Kurdistan û bajarên din ên Îranê de.