Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de bi sedema hejariyê hinek kes endamên laşê xwe difroşin

12:57 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Jiyan li Îranê de bi qasekî dijwar bûye ku hinek kes ên xwediyê kar jî bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana zarokên xwe amade bûne dilê xwe jî bifroşin.

Bi sedema enflasiyon, nebûna dahat û daketina asta şiyana kirîna hewcehiyên destpêkî yên jiyanê, wek xwarin, kinc, cihê jiyanê, tendirustî û çendîn mijarên din hinek kes ji xelkê hejar bi taybet qata kedkar û karmendan û herwisa qatên din ên hejar li Îranê, neçar mane endamên laşên xwe wek gurçik, pişik û heta dilê xwe jî difroşin.

Li rewşek wiha de hinek kes ji xelkê Îranê tevî bêhêvîbûn ji paşerojê, bo dabînkirina hewcehiyên jiyana jin û zarokên xwe made bûne ku dil û gurçikên xwe bifroşin an li Rojhoilatê Kurdistan û Sîstan û Belûçistanê de bo pariyek nanê helal li sînoran de li dema kolberiyê an veguhastina şewatê, bêne kuştin.