Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ti rêyek bo pêşîgirtin ji êrîşên Amerîkayê bo ser Îranê ne maye

12:02 - 7 Hezîran 2026

“Pat Fallon” Endamê Komîteyên Hêzên Çekdar û Îtilaata Meclisa Nûneran a Amerîkayê, got ku li gorî baweriya wî çalakiya leşkerî ya Amerîka li dijî Komara Îslamî  ketiye qunaxa neçariyê û dive bê encam dan.

“Fallon”di gotûbêjekê de digel “Fox News” ragihand ku Komara Îslamî ne amade ye ku bernameya xwe ya meyandina oranyomê bisekinîne, û ne di danûstandinên etomî de jî bi niyetek baş hatiye meydanê. Wî got ku di wê rewşê de bijardeyên dîplomatîk kêm dibin û bijardeyên leşkerî zêde dibin.

Ev nûnerê Komarîxwazan herwisa got ku Spaha Pasdaran di siyaseta Komara Îslamî de rola sereke heye û helwestên wê rê li gihîştin bi lihevkirinê digirin.

“Fallon”bi amaje dan bi guhartinkariyên herêmî, Komara Îslamî bi bikaranîna hêzên niyabetî ji bo zêdekirina givaşan di nakokiyên herêmî de tawanbar kir û daxwaza rawestandina meyandina oranyomê û kêmkirina aloziyan li herêmê kir.

Ev gotinane di demekê de hatin kirin ku aloziya di navbera Tehran û Waşingtonê li ser bernameya navikî ya Îranê û mijarên herêmî hîn jî berdewam e.