Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lîstikvanên Tîma Îranê tenê di rojên leyîza xwe de dikarin biçne Amerîka

10:57 - 7 Hezîran 2026

Li gorî daxuyaniya balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Meksîkayê, yarîzanên tîma neteweyî a Topa Pê ya Îranê tenê di rojên birêveçûna leyîz û misabiqa xwe yên Cama Cîhanê de destûra çona nav axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hene.

Mediayên bajarê Tijuana ya Meksîkê li ser zarê Ebolfazl Pesendîdeh balyozê rêjîma Îranê ragihandin ku divê lîstikvan di heman roja dora leyîza xwe de ku leyîz dawî pê tê, ji Amerîkayê derkevin û vegerin cihê rûniştina xwe ya li welatê cîran, anku Meksîkayê.

Pesendîde di daxuyaniyeke rojnamevanî de li Tijuanayê diyar kir ku heta niha 15 berpirsên Federasyona Fotbolê ya Îranê vîzeya Amerîkayê wernegirtine daku beşdarî Camê Cîhanî bibin, ku biryar e roja Pêncjembê 11ê Hezîranê dest pê bike.

Balyozê Îranê herwiha anî ziman ku ew hêvîdar e ev berpirs beriya destpêkirina yekem leyîza Îranê vîzayê wergirin. Li gorî medyayên Îranê, serokê Federasyona Fotbolê ya Îranê Mehdî Tac jî di nav wan kesan de ye ku hîn vîze wernegirtine.