"Reuters"ê ragihand ku Amerîka mijûlê lêkolîna pilanekê ye ji bo bikaranîna darayiyên blokekirî yên Îranê bi armanca dana xisareta ew ziyanên ku di dema şer de ber welatên hevpeymanên Waşîngtonê li Kendavê ketine.
Wezîrê Xezinedariyê yê Amerîka, ji kanala "CBS"ê re ragihandiye ku ev wezaret dixwaze tewahiya desthilatên xwe bi kar bîne ta ku darayiyên Îranê ji bo nûjenkirina ziyanên êrîşên Îranê bo ser welatên herêmê terxan bike.
Bessent ferman daye Wezareta Xezinedariyê ku texmînekî giştî ji hevpeymanên Kendavê Erebistan, Îmarat, Kuweyt, Behreyn, Qeter û Oman, serbarê têçûna ziyanên êrîşên mûşekî û dronî yên Komara Îslamî ji destpêka şerî ve wergire.
Ev lêkolîn rewşa serweta cûrbecûr yên Îranê li xwe digirin, ku di navbera pereyên nexdî yên blokekirî an darayiyên fîzîkî yên wekî keştiyên petrolê, kîjan ji bo vê armancê tên bikaranîn.
Ev terh û plan di demekê de ye ku gotûbêjên nerasterast ên aştiyê yên di navbera Waşîngton û Tehranê de berdewam in û Îran mercê her rêkeftinekê bi rakirina dorpêçên abûrî û azadkirina çendîn mîlyard dolar diravê bilokekirî yên xwe ve girê dide.