Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Hizba Demokrat ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

14:31 - 7 Hezîran 2026

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di peyamekê de ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, tevî diyarkirina rexne û pêşniyarên xwe ji bo çalakkirina KNK'ê, ragihand ku projeya neteweyî bêyî rêzgirtina li piralîbûna siyasî û dûrketina ji hêjemoniyeke hizbî ser nakeve û amadebûna xwe ya ji bo her cûre diyalog û hevkariyekê di pêxema yekîtiyê û xizmeta bi doza Kurd de diyar kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Her krîzeke siyasî an gefeke derve dijî Kurd, careke din bangewaziya yekîtiyê bi hêz dike. Ew jî nîşana wê yekê ye ku hesta neteweyî, tevî cudahiyên siyasî, hîn jî hêzeke bibandor e.

Heke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bixwaze bibe saziyeke xwedîhitbar, hewcey e li ser bingeha hevparî, rêzgirtina wekhev û qebûlkirina piralîbûna siyasî bê avakirin. Tu projeyeke neteweyî nikare serkeftî be heke rêz li cudahî û serxwebûna siyasî ya hêzan negire an di bin bandora hêjemoniya aliyekî diyarkirî de gavan bavêje. Hevkari û yekêtî li ser bingeha reşkirina nasname û şûnasiya siyasî ya hizban çênabe, belku li ser bingeha îradeyeke hevpar a siyasî şikil digire.

Paşeroja Kongreyê jî di bingeh de, girêdayî ye bi asta têgihîştina elîtên siyasî ye Kurd. Heke hêzên siyasî bikarin berjewendiya neteweyî bixin serweyî berjewendiya hizbî, nexwe ev hizre dikare bibe bingeha qonaxeke nû di siyaseta Kurdî de. Heke Kongre bixwaze ji qonaxa sembolî bigihe qonaxa bibandor, hewce ye sê guhertinên bingehîn bi ser xwe de bîne:

Yekem- Komkirina hizb û aliyan ji bo çêkirina îradeyeke siyasî ya hevpar bi armanca avakirina mekanîzmayeke biryardanê ku her kes xwe tê de bibîne.

Duhem- Divê xwe ji bin her hêjemoniyeke hizbî û navçeyî rizgar bike. Ew kongreya ku reng û teibîra alîgiriya aliyekî siyasî jê bi xuyakirin, qet nikare bibe mala siyasî ya hemû Kurdan.

Sêyem- Kongre divê ji derbirîn û helwestên devkî bê veguhastin bo zimanê stratejîk, yanî bikare wekî navendeke dîplomasiya neteweyî kar bike, peywendiyê bi saziyên navdewletî re deyne û pirsa Kurd di çarçoveya mafê neteweyan û demokrasiya navçeyî de bixe ber çavê cîhanê.

Di cîhana îro de, çi dozek tenê bi hêza hestiyarî û soz û atifê sernakeve, belku tiştê bibandor e, şiyana avakirina saziyan, berhemînana gotara siyasî ya gihîştî û bidestxistina hevpeymanan di asta navdewletî de ye.

Erk û rola me ya neteweyî

Hizbên siyasî yên Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, di qonaxekê de ne ku civaka Kurdî çaverêyiyeke zêde ji wan heye. Ev çaverêyî tenê berhemînana helwestan nîne, belku çêkirin zimanekî nû yê siyasî ye ku bikare hitbar û baweriyê çêbike, dabeşbûnê kêm bike û gotara hevpar ya neteweyî, ji dirûşmê veguhêze bo asta kiryarê. Ji vê nêrînê ve, hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê dikare destpêkeke baş be û çavnihêriya bi kiryarî di paşerojê de jê tê kirin.

Em wekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, di wê baweriyê de ne ku ev qonax, qonaxa ceribandina hişyariya siyasî ya Kurd e, ji ber wê amade ne ji bo her hevkarî û diyalogekê ligel Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di pêxema xizmeta bi yekîtiya Kurd û doza wê ya rewa. Hevdem em tekeziyê li ser wê yekê jî dikin ku ev pêvajo divê li ser bingeha bawerî, hevparî, biryara pêkvebûnê û rêzgirtina dualî be. Çimku heke em bixwe baweriyê bi yekdu nekin, em ê çawa li bendê bin cîhan baweriyê bi me bike? Heke em bi xwe yekdu qebûl nekin, em ê çawa daxwaza qebûlkirina mafên xwe li cîhanê bikin?

Hêviya me ew e ku ev civîn bibe destpêka qonaxeke nû, qonaxek ku tê de Kurd nêzîkî hevdu dibin û bi hêza yekîtiya xwe, cihê xwe yê jêhatî li herêmê û cîhanê de bi dest bixin.

Werin em tev alîkar bin heta ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji xewnekî dîrokî bê veguhastin bo hewcehiyeke stratejîk.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

6ê Hezîrana 2026an