N. Elî Munezemî
Hikûmeta terorîstî a komara Îslamî a Îranê jî her wek hemû hikûmetên totalîter xwediyê dehan rêkxistin û sazîyên ewlekarî û sîxurî ye li hundir û derveyî tixûbên Îranê. Armanc li avakirina wan hemû sazîyên pirreng ne bo parastina xelkê, lê bo sîxurî, çavdêrî kirin û şopandina xebat û peywendîyên çalakvan û dijberên rejîmê ye. Armanc li wî karî, bêbandorkirina wan çalakvan û kesên nerazî ye bi rêka gefxwarin, revandin, kontrolkirin, bêdengkirin yan jî kuştinê ye.
Her kesek ku carekê dijberîya rejîma terorîstî a Îranê kiribe, bi xasma aktîvîstên civaka sivîl, rojnamevan, serkirdeyên tevgerên muxalifetê, pêşmerge û şervanên azadîya neteweyên bindest, dikevin ber wan hêrişan.
Zaf dewletên Rojavayî bi eşkere bas ji rêkxistinên ewlekarî yên Îranê ku di şopandin û terora kesên dijberê Îranê dest hene, dikin ku didin zanîn ku Wezareta Itlaat û ewlekarîya Îranê ku dezgeheke hikûmetî ye û berpirsyarê wê wezîreke kabîneya serkomarîyê ye û ji aliyê rêberê rejîmê ve tê pejirandin, mezintirîn dezgeha şopandin û terora dijber û nerazîyên rejîma Îranê ye. Meydana karê wê wezaretê hem li hundirê welat û hem jî derveyê welat ji xwe digre. Ew li hundirê welat jî xêncî bin çav girtina dijberan, li kuştin, girtin, îşkence û lêpirsîna wan de jî dest hene. Li derveyê Îranê ew berpirs in ji şopandina îraniyan û bêbandorkirina rêxistinên muxalîf ên Îranê. Ajanên îstîxbaratê yên ji Wezareta Îstixbaratê beşekî di bin sîvana dîplomatîk de kar dikin.
Xêncî wezareta Itlaatê, Itlaata Sipaha Pasdaran, Sipaha Quds û erteşa serhêl (Cyber) a Sipaha Pasdaran sê rêkxistinên din yê sîxurî-ewlekarî-leşkerî ne ku rolek bilind di sîstema ewlekarî a rejîma Îranê û bêbandorkirin û şopandina dijberanên rejîmê de hene. Itlaata Sipaha Pasdaran ku dezgeha sîxurî û ewlekarî a ser bi Sipaha Pasdaran e û rasterast li bin emrê rêberê rêjîmê de ye. Xêncî pişka çekdarî, ewlehî û pişikdariya Sipahê di proje û meydana aborî de, ewan herwisa dest li ser pişka telekomunikasyonê li Îranê de jî girtine û kartêkeriyek mezin li ser rewşa siyasî, civakî û hemû aliyên jiyana xelkê li Îranê de hene. Sipaha Quds jî ku Şaxeyek ji Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ye, li operasyonên leşkerî yên nekonvansîyonel ên veşartî li derveyê welat berpirsyar e. Ev hêz zaniyariyên istixbaratî kom dike, çalakiyên çekdarî li ser axa biyanî pêk tîne û bi rahênan, kelûmelên leşkerî û diravî alîkariya komên çekdar ên hevalbend ên li derveyî Îranê dike. Piraniya çalakiyên hêzên Sipaha Qudsê li nawçeyên nêzîk ên Îranê, ji wan Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê pêk tên. Qurbaniyên çalakiyên Sipaha Quds, bêhtir xelkên welatên din in ku Îran wan welatan wek dijmin dihesibîne.
Îro rojê Dezgeha istixbarata Sipahê rolek mezin di sîstema Îranê de heye û rasterast di bin fermana rêberê rejîmê de dixebite.
Şaxeya serhêl a Sipaha Pasdaran di warê hêrişên înternetî û şopandina çalakiyên dijberên rejîmê li ser hêla înternetê dixebite û berpirsyare bo tirsandina dijberan, Sîxurî û dijayetîya her nivîs yan çalakiyekê ku bi dijî nirx û çanda rejîmê be. Hêrişên hakerî yêkek ji erkê wê şaxê ye.
Bo çavdêrîkirin û nexşekirina tora peywendî û çalakiyên dijberan, rejîm îmkanatên zaf xerc dike. Ew hem ji rêka ajan û bikaranîna teknîkên kevneşopî bo berhevkirina zanyariyan bi şêweya weşartî cehdê dikin ku kesên dijber bigrin bin çavdêriya xwe, hem jî ji rêka hakkirina hejmara hisab û rûpelên elektronîk yên serhêl ve zanyariyan kom bikin. Rejîm her wisa li hêlek din ve jî cehdê dike ku dijberan bêbandor bike û bi rêka gef û binçavkirina endamên malbatên çalakvanan, cehdê dikin dijberan bêbandor yan bêdeng bikin û yan jî wan bêxin xizmeta armancên rejîmê. Ew bi wî rengî li hêlekê cehdê dikin ku desthilatdariya xwe li ser dijber û çalakvanan de bisepînin û li hêlek din jî, dixwazin wan bitirsînin ku ev nekarîn hêlên xwe yên peywendiya bi xelkê re rabigrin û di nava xelkê de xûya bin.
Eger sazîyên ewlehiya rejîmê di pîlanên xwe de bo bêdengkirin yan rakêşandina neraziyan bo aliyê rejîmê serkevtî nebin, revandin yan kuştina wan ji aliyê rejîmê ve tê pîlankirin.
Ewa ku rejîm kengê bixwaze kuştina dijberan bêxe bernameya sazîyên xwe yê ewlekarî, bi gorî demê û cih tê guhertin. Ew yek girêdayî bi pêşhatinên siyasî û guhertina şert û mercên navneteweyî ye. Bo mînak, terora pêşmerge û çalakvanên kurd li Başûrê Kurdistanê ku çi zirarek siyasî yan aborî bo rejîmê nebûye, her gava ku xwastine, li Başûrê Kurdistanê endam û alîgirên partiyên kurdî yên dijberê rejîma Îranê, anku kurdên Rojhilatê Kurdistanê, teror kirine. Lê gava welatên Evropa piştî hukmê dadgeha Mîkonosê, givaşek mezin xistin ser rejîmê, ewan çalakiyên xwe yên terorê bo demekê li Evropa dane sekinandin. Lê niha ku rejîm bin dorpêçên aborî de ye û çi tiştek nemaye ji dest bidin, dîsa çalakiyên xwe yên terorîstî destpê kirine û wê carê bandên mafiyayî jî girtine bin xizmeta xwe bo cîbecîkirina wan cînayetan.
Her wisa hindek şirovekar jî didin zanîn ku her gav rejîm dikeve bin gef û hîs dike ku rejîm dikare bê herifandin, ew çalakiyên xwe yên terorîstî li derve û cînayetên xwe dijî xelkê li hundir zêdetir dikin.
Em dibînin ku wan çend salên dawî bi xasma wan çend heyvên derbasbûyî de, endam û pêşmergeyên PDKÎ li derve û li Başûr dikevin ber êrişên terorîstî yên Îranê û ew yeka jî dide eyankirin ku rejîm dîsa xwe li hember kurdan de lawaz dibîne û çalakiyên ew kesên rastî êrişan hatine, bandorek mezin li şerê hember rejîma terorîstî de hebûye. Em dibe bi haydariyekî ji caran zêdetir û li barê ewlekarîtir tev bigerin û hevceye ku em hêla peywendî û bandordnîna ser xelkê jî zêdetir bikin ku rêjim di pîlanên xwe li hember me de rastî şikestê be.