Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de 3 welatiyên Kurd hatine bidarvekirin

11:35 - 16 Çirriya paşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî roja 14ê Çiriya Paşîn, 3 girtiyên Kurd ên bi navên “Zabitedîn Cengcû naskirî bi Adil, Hacî Nebîzade û Ebdulrehman Hebîbî” li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin. 

Pêka rapora Hengawê, “Zabitedîn Cengcû naskirî bi Adil xelkê bajarê Selmasê û Hacî Nebîzade û Ebdulrehman Hebîbî xelkê bajarê Urmiyê ne.

Ragihandinên rêjîmê bi tayebet ên nêzî dezgeha dad a rêjîmê nûçeya bidarvekirina wan welatiyên Kurd belav nekirine.

Rêjîma Îranê, bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi taybet gelên Kurd û Belûç bi kar tîne.