Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana Îranê destbiserdagirtina neftkêşek hilgirê petrokîmiyayî piştrast kir

11:49 - 16 Çirriya paşîn 2025

Spaha Pasdaran a rejîma Îranê piştrast kir ku yekeyên berteka bilez a Hêza Deryayî yên wan neftkêşek hilgirê petrokîmyayî ku ber bi Singapûrê ve diçû bi biriyara desthilata dadwerî ve dest bi ser de giritine.

Di daxuyaniya Spaha Pasdaran a terorîst de hatiye ku roja Înê piştî biriyara dezgeha dadwerî  barê neftkêşa bi navê bazirganî Talara, ku ala Marşalû li ser bû, hate girtin.

Herwisa li beşek din a vê daxuyaniyê de li derheq sedema destbiserdagiritina vê neftkêşê hatiye nivîsandin ku: "sedema giritina wê neftkêşê veguhastina neyasayî bûye, û ragihandin ku operasyon li gorî erkên yasayî û ji bo parastina berjewendî û çavkaniyên neteweyî yên Komara Îslamî ya Îranê, û bi fermana rayedarên dadwerî bi serkeftî hat encamdan û dawî hat.”

Ji aliyek din Artêşa Amerîkayê duh ragihand ku ev agehdarê vê yekê bûn ku ji nişka ve rêya neftkêşa petrolê hat guherîn û ew ji geviya Hurmuzê derbas dibû û diket nav avên Îranê.

Herwisa kompaniya Talara ragihandiye ku duh li nêzî demjimêr 8:30ê sibehê pêwendiya wan bi tîma neftkêşê re qut bûye.