Xulamriza Zerîfiyan ê cihgirê berê yê wezîrê zanist ê rêjîmê li civîneke zanîngehê de ragihand ku bi mêzekirin bi derbasbûyî, em nikarîn zanîngehan bi rê ve bibin û ekosîstema nû, hewcehî bi desthilata taybet heye û li 10 salên derbasbûyî de zêdetir ji 12 hezar mamostayên zanîngehê ji Îranê derkevtine û ekosîstem û desthilata perwerdeya bilind, li binyatê de guherî ye.
Navbirî zanîngeh bi hişmendiya rexnegir a civakê da zanîn û ragihand ku bi qasa vê hişmendiya rexnegirî, rola vekirîbûna civakê diafirîne.
Axaftinên wî berpirsê berê yê rêjîmê li halekê de ye ku %60 a derkevtina mamostayên zanîngehê ji Îranê li wan 4 salên dawiyê de bûye.
Mamostayên zanîngehan li jêr givaşên dijwar ên hêzên ewlehiya rêjîmê de ti ewlehiyek karî û canî nînin û gelek caran rastî bêrêzêkirinên wek derxistin li zanîngehê û lêdana tohmetên çewt, îşkenc û binçavkirinê tên.