Pêka raporekê ku tora “El-Meyadîm” belavkiriye, gelaleyek ku welatên Ewropayê amade kirine û li civîna bê ya Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de dê pêşkêş bikin û pêka vê gelaleyê dê rêjîma Îranê bê erkdarkirin ku tevaviya çalakiyên pêwendîdar bi meyandina Oraniyonê û çalakiyên berfirehtirkirina bernameya navkî bisekinîne.
Li vê gelaleyê de tekezî hatiye kirin ku dibe rêjîma Îranê bi hûrî û pêka xalên protokola zêdekirî vê yekê cî bi cî bike.
Pêka raporên fermî yên belavbûyî, rêjîma Îranê hewla nûjenkirin û herwisa destpêkirina kar li navendên navkî bi taybet çiyayê “Koleng” dest pê kiriye û heta niha jî rêjîmê derfet nedaye lêkolerên Ajansa navnetewî ya Wizeya Navkî ku ti lêkolînekê li wan navendên navkî yên bombebarankirî û herwisa navendên cihê şik û gumanê de encam bidin.