Pêka gotina “Ehmed Welîpûr” serokê Encumena Pizîşkiya giştî ya Îranê, niha li derdora 1 li ser 3 a pizîşkên giştî li Îranê, dest ji karê pizîşkiyê berdane.
herwisa navbirî daye zanîn ku “bi giştî ji biryarên şaş li dariştina siyaseta tendurûstî ji aliyekê û çêkirina rewşeke mediyayî û nerênî bi dijî civaka pizîşkî ji aliyê din ve, ji sedemên vê pêvajoyê da zanîn” û pêka gotina navbirî ev bûne sedem ku zêdetir ji 30 hezar pizîşkên giştî dest ji kar berdin an rû bi koçberiyê bikin.
Tevê ku navbirî îşare bi hinek mijarên wek rikerbriya navendên dermanî bi sedemeke vê pêvajoyê daye zanîn, lê nebûna ewlehiya kar û jiyana pizîşkan ku li rêjîma Îranê de rastî azardan û îşkencekirin û binçavkirinê tên û piştîvanînekirina rêjîmê li beşa pizîşkî, ji sedemên bingehîn ên desjikarberdana pizîşkan in.