N. Jêhat
Dema ku em mêzeyî bûyerên nava welat û wan cinayetên ku ji aliyê rejîmê ve têne kirin dikin, li rastî de mirov dimîne heyrî ku çima bertek nayê xûyakirin? Çim xelk li hember zilm û zordariya rejîma dictator de bê deng e? Dema em dibêjin bêdeng renge mebest hemî xelkê Îranê û netewên bê maf nebe, belkû armanc xelkê navenda Îranê û bitaybetî xelkê tehrana 20 Milyon kesî ye. Hekî ne netewên blindest û bitaybet ji wan Kurd û Belûç hertim xwedî helwêsin û aliyê kêm niha jî dengê şoreş û mafxwazî û tevgêrê li wan herêman de bilind e û her ewaye jî ku rejîma dictator bi hemî hêza xwe dixwaze wî dengî bifetisîne û bo geheştina bi vê armancê jî, Kurdistan û Belûçistan weke padiganekî leşkerî militarize kirine. Li rastî de tenê ev 2 netewane ne ku li hember rejîmê de rawestiyane û bûne cihê hivya hemî azadîxwazan û lewmaye jî ku rejîm jê ditirse û hisabê li ser dike.
Lê mijara serekî ku bo me û renge bo hemî mirovekî azadîxwaz bibe cihê pirsyarê eve ku, li demekê de ku rojane dehan cinayet li Tehran û hin bajarên dine yê navenda Îranê de ji aliyê rejîma dijî mirov ve têne afirandin, xelk bê helwêst û bê deng e?
Bi bavera me gerçî li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de li wan bajarên mezine navenda Îranê û li Tehranê xelk beşdar bû û yekitiyekî seranserî li her derê Îranê de bi dijî rejîmê çêbû, piştî derbasbûna salekê bi ser vê şoreşê de, niha xuya dibe ku tenê bandora Kurdistanê bû li ser wan û hesta wan jî bizivî û ewan jî serhildanê de beşdarî kirin. Gelek nekêşa ku şoreş li Tehranê tenê bi diruşmdana li ber pencerên apartumanan hate dîtin, ev gotine jî bi wê manayê nine ku em bixwazin rol û hesta wan berçav negirin, renge bivêriya wan hevqasê Kurd û Belûçan û netewên dine nebe, renge vê yekê jî bandor hebe ku ev hertim li jiyanekî xweş û dûr ji asimîlasyon û bêpariya li imtiyazên hikûmetî de jiyane û ne çand û ziman û nasnameya wan qedexe ye, ne jî deshilat û rejîm wan ji xwe bîhanî dizane.
Lê ev sedemane hêcet ku dev ji xwedî derkevtin ji kerameta xwe, jin û keçên xwe, azadî û mafê miroviye xwe xwedî derkevin. Li Tehrana 20 milyon kesî de, rejîm rojane hetka dehan keç û jinan bi hêceta neparastina hicabê dişkêne, hunermendê bi navûdenge Sînemayê û hevjîna xwe têne hincî hincîkirin, jinên sernas û xebatkare weke Nesrîn Sitûde têne girtin, bê karî, bihatî, birsîtî û dehan diyardeyên dine ye civakî li Tehranê û bajarên navenda Îranê jî bêdadiyê dikin, bi wî halî çima dibe bê deng û bê helwês bin?
Gelo rejîmê ev çavtirsandî kirine? Gelo ev xwe parej ji rejîmê dizanin? Gelo ev bi hegera ewê ku xwe netewa serdest dizanin, naxwazin li gel netewên bê maf hevdeng bin? Gelo ev kevtine bin bandora pirûpagenda rejîmê yak u dibêje renge piştî têkçuna komara Îslamî, Îran jî weke Sûriye û Yemen û Lîbiyê lêbe?
Ewan pirsyarane tenê bersivek heye ku ev jî ewaye: Rejîm baş haydarê bê helwesî û nebûna hişmendiya şoreşvanî yaw î xelkî bûye, û gelek baş li ser naveroka wan pirsyarên serve kar dike, lê heya ev xeke bivêr û xwedî helwest nebe, dê şikandina keramet û hetka wî xelkî jî ji aliyê rejîmê ve berdewam be.