Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar mistefa Hicrî, li simînarekê de li parlimana Danmarkê de beşdarî kir

11:47 - 3 Adar 2024

Simînara “ Îran ji nêrîn û raya Kurdan ve, rewşa Rojhilata Nawîn û pêşeroja Kurdan li Îranê de” ku li Parlimana Danmarkê de hatibû lidar xistin, Rrêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat tê de beşdarî kir û gotarek pêşkş kir.

Berêz Hicrî li destpêka axivtina xwe de, got: Li destpêka sedsala 20 ve, bi çêbûna dewlet-netewa serdest, pirsa netewî û dêmokrasiyê li cografiyaya Îranê  de weke 2 pirsên serekî hatine piştguhxistin, ku herduk mijar jî bo netewên bindeste îranê re pirsên serekî ne.

Di parek ji axivtina Kak Mistefa de hatiye: Hekî çi tepeserî û sitemkariya navendê li heyamê deshilata 2 rêjîmên Pehlewî û Komara Îslamî de berdewam bûye, lê nekariye xebata netewên bindest li pêxema bidestveanîna mafên wan kêmreng bike. Bi berewajî, hişmendiya siyasî bilind bûn û geşeya hizra netewî gelek zêde bûye. Belga herî zindî jî bo vê îdiayê, tevgêra Jîna yê ye ku bi diruşma Jin, Jiyan, Azadî, ku tevgêra azadîxwaziya netewên ku hatinî piştguhxistin, gihande qonaxekî nû. Tevgêrekî radîkal ku li Kurdistanê ve serî hilda û tevgêrekî herî berbelav û tabo şikên li hember navendê de destpê kir.

Rêzdar Mistefa Hicrî li parekî dinê ye axivtina xwe de got: Nasnama Netewa Kurd bingehekî kur heye ku ji wan Xak, Ziman, Çand û Dîroka hevparin. Her li ser wê bingehê Netewa Kurd iradeyekî giştî bo rizgarî û geheştina bi serweriya siyasî li ser Xaka xwe hebûye, Hizba Dêmokrat ekterekî çalak û neveqetiyayî ji meydana xebata neteweyî û rûbirûbûna li hember navendê bûye.

Hizba Dêmokrat gelek cehd kir ku piştî hatina ser kare rêjîma Îslamî, rêçareyekê bo bidestveanîna mafê netewî peyda bike, lê rêjîma Îranê daxwzên netewî red kirin û li bersivê de, fermana cîhada bi dijî gelê Kurd da.

Wê demê ve heya niha Kurdistan û nawçên Netewên bindest hatine milîtarîzekirin, para wan netewan , girtin, kuştin, tiror, îşkence, dûrxistin, û gef bûye.

Çalakên medenî wek jîngeparêz, mamostayên zimanê Dayîkê, mamostayên Olî, rewşenbîr, û ,,,,, têne girtin û cezadanê.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Dêmokrat li dawiya axivtina xwe li simînara parlimana Danmarkê de daxwaz ji welatên azad û dêmokratîk kir ku bo cihgirkirina sîstimekî dêmokratîk, li ser bingeha mafê mirov û nirxên azadî û wekheviyê, alîkariya tevgêra azadîxwaziya netewên Îranê bikin. Sistimek ku bi derbasbûn ji kevnarperestiyê, kerametê bo jiyana tev wan netewan desteber dike.