Saziya Ewlehî û Îstîxbarata Neteweyî ya Danîmarkê (PET) ragihand ku ji ber guhertinên dawî yên cîhanî, Îran di gefên terorîstî yên li ser wî welatî de roleke mezintir dilîze. Serokê saziyê, Finn Borch Andersen, diyar kir ku asta gefê 4 ji 5 e, lê naveroka wê guheriye û aktorên dewletî girîngî bi dest xistine.
Andersen destnîşan kir ku Îran bi taybetî li Ewropa û Danîmarkê, gefê li berjewendiyên Îsraîl, Cihû û dijberên Îranî dike. Ew herwisa radigihîne ku torên îstîxbaratî yên Îranê ji bo organîzekirina êrîşan û komkirina endaman, torên tawanbar û xilafkar ên li Ewropayê bi kar tînin.
Di heman demê de, Saziya Ewlehiya Swêdê (SAPO) jî rêjîma Îranê tawanbar dike ku bandên tawankar li dijî neyar û dijberan û Îsraîlê bi kar tîne, lê Tehran vê yekê red dike. Ev zêdebûna gefan piştî aloziyên tund ên navbera Îran û Îsraîl û Amerîkayê li herêmê qewimîne. Polîsê Brîtanyayê jî ragihand ku welatiyekî Yûnanî bi gumanbariya hevkariya bi îstîxbarata Îranê re ji bo armancgirtina rojnamevanekî televîzyonekî Farsî ziman a dijberî rêjîma Îranê hat dadgehkirin.