Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya: rewşa Tengava Hormozê heya niha pir kirîze

10:03 - 30 Gulan 2026

Rêkxirava Bazirganiya Deryayî a Birîtaniya roja Înê hoşdarî da ku, bi sedema berdewamiya aloziyên serbazî, asta gefên ewlehî li Tengava Hormozê de, heya niha li rewşa pir kirîz de ye.

Di vê daxûyaniyê de ku ji aliyê vê ajansê ve hatiye belavkirin, dibe deryavan çaveriyê zêdetirbûna hêzên deryayî, û bilindbûna asta parastina hêzan bin.

Ew hoşdarî piştî vê hate belavkirin ku Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka di postekê de li tora civakiya Tirush Soşyalê de nivîsiye, ew keştiyên ku bi sedema givaşên deryayî yên bê mînak ên me li Tengava Hormozê de asê bibûn ku niha ew dorpêç namîne, dikarin piroseya zivrandin bo malên xwe dest pê bikin.