Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl xwe bo gera sêyem a şerê ligel Îranê amade dike

10:57 - 30 Gulan 2026

Berpirsên serbazî ên Îsraîlê ragehandin ku, li amadekarî bo egera gera şerê sêyem ligel rêjîma Îranê berdewam in û damezravên berevaniya welat mijûlê darêtina pilana bo bersivdana bilez in.

Li gorî raporta medyayên Îsraîlê, ferman hatiye dan ku civak û dezgehên hewarçonê bilez li rewşa asayî ve biguherin bo rewşa şer.

Hevdem Artêşa Îsraîlê pêşbînî dike ku Îran li heçî rûbirûneke pêşeroj de, dikare bilezî û bi şiyanek mûşekî a bihêztir ve bersivê bide.

Di vê çarçoveyê de, yekem Karwan li firokên nû ên şewatgihandin ên Amerîka radestî Îsraîlê hatine kirin, ku eva şiyana hêza esmanî a wî welatî bo operasyonên dirêjheyam zêde dike.

Ji aliyekî din ve, berpirsên Tel Avîvê nîşaneyên nîgeraniya xwe li egera rêkeftina di navbera Waşîngtin û Tehranê da xûya, çimkî beşek li şirovekaran li ser vê bawerêne ku şerên derbasbûyî nekarîne amancên Îsraîlê dijî bernamên etomî û şiyana serbaziya Îranê bikne amanc.

Ew amadekarî di demekê de ye ku danûstandinên navbera Îran û Waşîngtinê bo giheştin bi rêkeftinek nû heya niha jî berdewam e.