Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka milyardek dolar ji diravên dîcîtal ên rejîma Îranê zewit kir

09:53 - 30 Gulan 2026

Sikat Bêsênt, Wezîrê Xezînedarî ya Amerîka, ragihand ku welatê wî di çarçoveya kempeyna givaşên aborî ya hikûmeta Tiramp li dijî rêjîma Îranê de, nêzîkî milyardek dolar ji diravên dîcîtal yên girêdayî Îranê zewit kiriye.

Bêsênt di hevpeyvînekê de digel kanala “Fox Business” li civîna Neteweyî ya Aboriya “Rêygan” de aşkere kir ku hikûmeta Amerîka bi hevpeymanên xwe yên Ewropayî  ji bo bi armanc girtina milk û malên lukis û herwisa sermayeyên bankî yên girêdayî Îranê li derveyî welêt, di hevahengiyek nêzîk dene.

Wî got: “Ez li ser vê bawerê me ku me nêzîkî milyadek dolar ji diravên wan yên dîcîtal bloke kirine. Me bi tevahî dest bi ser diravên wan ên dîcîtal de girtine.”

Wezîrê Xezînedariyê herwisa amaje bi vê yekê kir ku dibe nih torên girêdayî Îranê heta niha jî nezanîbin ku sermayeyên wan hatine zewit kirin.

Wî bal kişand ser vê yekê û got: “Me digel hevpeymanên xwe li seranserê Ewropayê ji bo zewitkirina vîla, xanî û milkên girêdayî vê rejîmê kar kiriye, ew pere ye ku ji xelkê Îranê hatiye dizîn.”