Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Tiramp a li ser Îranê bêyî tu encamekê bi dawî bû

09:52 - 30 Gulan 2026

Civîna Donald Tiramp digel şêwirmendên xwe yên payebilind, ku li gorî qirara wî xwe ya berê biryar bû encama çend hefteyên danûstandinan zelal bike, piştî zêdetirî du demjimêran bêyî ragihandina tu encamekê bi dawî bû.

Sibêdeha roja şemiyê, 9ê Cozerdanê, rojnameya "New York Times" ji zarê berpirsekî payebilind ê dewletê ku navê wî aşkere nekiriye, ragihand ku Tiramp di vê civînê de negihîştiye encamekê derbarê lihevkirina digel Tehranê.

Serokkomarê Amerîka berê ragihandibû ku roja înê di odeya operasyonan a Koşka Spî de, civînekê bi amadebûna şêwirmendên xwe pêk tine, da ku biryara dawî li ser lihevkirina digel Îranê bide.

Tiramp gotibû ku rêkeftina bidawîkirina şer divê çend xalan li xwe bigre, di nav wan de: pabendbûna Îranê bi vekirina Tengava Hormozê û ji nav birina oraniyoma meyandî.

Ligel vê yekê jî, demjimêrekê piştre berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî, di bertekekê de li hember vê peyama Donald Tiramp a derbarê naveroka rêkeftina navbera Amerîka û Îranê de, ragihand ku lihevkirina navbera her du welatan hîna dawî û yekalî nebûye.