Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berq li Îranê, gihîşe nexweşxaneyan

11:06 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2024

Qutbûna berqê li Îranê bi qasekî zêde bûye ku berqa nexweşxaneyan jî qut dikin ku ew yek metirsiyeke gelek micid li ser canê nexweşan bi taybet li odeyên neştergerî û beşên pêregihîştina taybet de ye.

Rêjîma Îranê ji aliyekê ve bi îdiaya berhemanîna berq ji reaktorên navkî, geşê dide bernameya navkiya xwe bi armancên çêkirina çeka navokî,  û kompanî û kargehên mezin û biçûk ên pîşeyî bi sedema qutbûna berqê karê wan diksekine û rastî xisarên gelek mezin ên aborî dibin, ji aliyê din ve jî niha berqa nexweşxaneyan jî qut dike.

Qutbûna berqê li nexweşxaneyan de bûye pirskirêkekî gelek micid û metirsîdar û birêveberê nexweşxaneyan bi sedema bilindbûna nirxa matorên berqê nikarin wan bikirin ku li dema hestiyar de bi kar bînin.

Herwisa li nexweşxaneyên hikûmî de jî matorên berqê bi kar nayên û beşa herî zêde ya wan bi sedema karê zêde û kevinbûnê, rizî ne û bi kar nayên, ew yeka metirsî li ser canê nexweşan e, bi taybet li odeyên neştergerî û beşên taybet ên çavdêriya zêde û herwisa cihê mana nexweşên hestiyar de bûye gef li ser canê nexweşan.

Pêka gotina birêveberê Berqa Îranê, di Îranê de hewcehî bi berhemanîna 80 hezar Mêgawat berq heye û bi tenê 61 hezar Mêgawat berq tê berhemanîn û 17 hezar mêgawat berq kêm e.