Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Her salê li Îranê de zêdetir ji 60 milyon ton “Hirî” bi heder diçe

11:19 - 24 Tebax 2024

Bi sedema nebûna sermaye û pîşeyên rêsîn li Îranê, her salê zêdetir ji 60 milyon ton Hirî, heder diçe û di cihê bikaranîna hirya navxwe bo berhemanîna ferş û berhemên destî, hirî ji derveyî welat ve tête anîn û hirya navxwe jî hemî diçe heder.

Pêka gotina “Ebdullah Behramî” yê serokê Komîsiyona Geştiyarî, Ferş û Pîşeya Destî ya Odeya Te`avon a Îranê, zêdetir ji 60 milyon pez li Îranê de heye ku bi hemû kîmasiyan ve nêzî 60 milyon ton hirî ji wan tê berhemanîn lê bi sedema nebûna sermaye bo rêsînê ew bi heder diçe.

Gotinên navbirî li halekê de ne ku bo çêkirina berhemên rîs li pîşeya ferş û perçe, benik û hiriya hewce bi nirxeke gelek giran ji derveyî Îranê tête anîn.

Nemana pîşeya rêsîn û kargehên hewce yên hirî li Îranê bûye sedem ku hirî ji ajeldaran neyêne kirîn an bi nirxeke herî kêm  bê kirîn û ji aliyê din ve kargehên berhemanîna ferşên rîs û perçeyan, neçar in hewcehiyên xwe yên wek benik û hirî bi nirxeke gelek bilind hawirde bikin û ew yeka rasterast bandor li ser dahata ajeldaran û berhemhênerên ferş, perû û pîşeya destî datîne.

Bi sedema piştevanînekirina rêjîmê li kargehên rêsîn û berhemanîna hirî li Îranê, piraniya wan hatine daxistin û alavên wan rizî bûne.