Kurd, Konferansa Navneteweyî ya “Kurdên Qefqasyayê û Perspêktîfên Neteweyî” hat lidarxistin.
Konferensa Kurdên Qefqasya gelek dewlemen û giringiya xwe hebû ku mijarên elaqedar bi nasnameya netewa Kurd û pirskrêk xistne ber bas.
Mîvanên Konferansê ev bûn.
1.Hejarê Şamil - Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê.
2.Zaza Kalaşov - Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê 'Ronahî'.
3.Îbrahîmê Filît - Berpirsê Weqfa Pêşvebirina Çanda Kurdî (Qazaxistsan)
4. Faisa Younes - Seroka Encûmena Hemahengîyê.
Herwisa kesayetiyên naskirî û komek rojnamevan û gelek akadimîsyen Beşdarên Konferansê bûn ku hin ji wan evin.
1. Aslîka Qdir, Hunermend,
2. Ayten Kotîkyan, Kurdên / Êzdiyên Ermenistanê. Ji zangeha Hewlêrê beşa lînsansa bilind.
3. Bahar Alî - berpirsa Emma Organizationê. Hewlêr.
4.Îbrahîm Gurbuz - Serokê weqfa Beşikçî
5. Kemal Rauf - Silêmanî. Ji Koma nivîskar û rojnamevanên serbixwe.
6. Doç. Dr, Resul Geyik, mamoste li zanîngeha Artukluyê.
7. Hîwa Massîh Mamoste, zanyarê siyasî û çalakvanê kulturî, Ji Xoresanê.
8. Bella Stûrkî - berpirsa radyo “Ronkayî” (Gurcistan)
9. Sosyolog Dr.Yaşar Abdusselamoglu, mamoste li zanîngeha Sofya.
Amadekar. Hacî Kardoxî
Konferansa navneteweyî ya “Kurdên Qefqasyayê û perspêktîfên neteweyî” bi îfadekirina îradeya beşdaran, bi hewildana baştirkirina hevahengiya komeleyên Kurdan ji bo parastin û pêşxistina nasnameya Kurdî; herweha li ser esasê babetên herî girîng ên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin û bi têgihîştina ku pêwîstî bi tevgereke lezgîn a bi biryardarî heye, tezên sereke bi daxuyaniyeke hevpar radigihîne.
• Nasnameya netewî ya Kurdên li derveyî Kurdistanê ji ber gelek sedemên sûbjektîf û objektîf di bin xetera windabûnê de ye. Em bang li hemû rêxistinên Kurdistanî yên li cîhanê dikin ku ji bo rizgarkirin û pêşxistina nasnameya Kurdî li welatên xwe yên fealiyetê bernameyan saz bikin.
• Em bang li rêxistinên Kurdî dikin ku bibin alîkar ji bo avakirina komîsyoneke zanistî ku dê bernameyeke yekgirtî amade bike ji bo hînkirina Zimanê Kurdî ji bo Kurdên li derveyî welêt; herweha bibin alîkar ji bo damezrandina komeke navneteweyî ya zanyaran, ku erkê wan dê bibe amadekirina pirtûkeke yekgirtî ya dersa zimanê kurdî û di paşerojê de jî alfabeyeke yekgirtî.
• Hemû beşdarên ku ev deklerasyon îmze kirine, erka parastina mafên Kurdan, bêyî cudatiya dînî, civakî û medenî, digirin ser xwe. Em pabendbûna xwe bi mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan di civakê de û di nav malbatê de radigihînin û bang li rêxistinên Kurdistanî yên cîhanê dikin ku mafên jinan ji tundiyê biparêzin.
• Em bang li Kurdên Başûrê Qefqasya, Ewropa, Asyaya Navîn û hemû cîhanê dikin ku yekîtiya Neteweya Kurdî ya li ser bingehê zimanê Kurdî pêş bixin, ku xîmê parastina nasnameya Kurdî ya bi hezar salan e. Dapîr û bapîrên me wek jêdera netewe û reha çanda Kurdî, ne tenê rabirdûya me ne, ew bingeha dahatûya me ne jî. Loma em bang li her Kurdekî li Qefqasya, Asyaya Navîn û Ewropayê dikin, ji bo parastina nasnameya xwe, paşnavên dîrokî vegerînin, eger ku ew di dema koçberî, zordestî an rewşên din ên neçariyê de winda bûne, an bi zorê hatine guhertin.
• Parastina ziman, û çand herweha dijberiya asîmîlasyonê; bingeheke sereke ye ji bo parastin û pêşxistina nasnameya neteweya Kurd li derveyî Kurdistanê.
Deklerasyon bingeheke ji bo dariştina proje û damezrandina rêxistinên civakî, ku armancên wan dê pêkanîna tez û pêşniyarên li jor be.
Deklerasyon ji aliyê beşdarên Konferansa Navneteweyî ya Tibîlîsê ya "Kurdên Qefqasyayê û Perspektîfên Neteweyî" ve hat qebûlkirin.
16 Tebax 2024
Tibîlîsî, Georgia