Ber bi kîderê?
N. Kerîm Perwîzî
W. Bêhzad Simko
Çîroka Rojhilata Navîn, çîroka sitemkarî û bêdadî ji aliyekê û ewlehî û geşekirin ji aliyeke din ve ye. Sitemkarî û bêdadî li her cihekê hebe, ewlehî û geşekirina civakê li wir lawaz dibe, lê desthilatdarên zordar ên li Rojhilata Navîn, bervajiyê vê yekê dihizirin!
Zordarên wek desthilta Pehlewî yan rêjîma Esed û Beisa Îraqê û li wan 4 dehikan de jî rêjîma koloniyalîstiya wilayeta feqîh, wa hizir dikin ku bi zorê û bi serkutkirinê dikarin ewlehiya xwe dabîn bikin û aboriya desthilata xwe bi pêş bixin, hekî sitem û bêdadiyê jî bikin, ew li pêxema dabînkirina ewlehî û aramiyê de bûye! Li hizra wan de nîne ku dabînkirina ewlehiya demdirêj, bi beşdarîkirina xelkê tê dabînkirin û geşeya aborî jî bo geşeya jiyana xelkê ye ne bo dabînkirna bûdcê bo desthilatdariyê û hêzên serkutker ên vê desthilatê.
Bi sedema vê dîtingehê ye ku rêjîmeke sitemkar wek rêjîma Xumêynî-Xamineyî, têza ewlehî û mana xwe bi vê girê dane ku li dever û derveyî sînorên Îranê, berdewam kirîz hebin da ku wek desthilatdarê Têhranê, dorgeya ewleh a deverê bin. Hem xelkê navxweyê Îranê ji aloziyên deverê bitirsin û bibêjin ku naxwazain aloziyan bibine navxwe û hem welatên Rojavayî, Ewropa û Amerîka ji vê nigeran bin ku li Rojhilata tejî aloziyê de, Îrana aram, aloz nebe û Rojhilata Navîn bi tevahî bibe deryaya nearamiyê!
Lewma rêjîma Koledar a Têhranê, berdewam li çêkirina kirîzan li derdor de rol hebûye û her ji tirsê serhildana xelkê navxwe be jî, dixwaze derveyî sînoran dest li
tawankariyan de hebe da ku xelkê navxwe çavtirsandî û bêdeng bike!
Qonaxeke din a dîroka Rojhilata Navîn ji 7ê October a 2023 ve dest pêkiriye û ew demsala nû, sîstemeke nû jî li pey xwe tîne.
Li demekê de ku asayîkirina pêywendiyên Îsraîl û welatên Erebî bi rê ve diçon, rêjîma Îranê bo têkdana vê pêvajoya aramkirin û asayîkirinê de Hemas han da bi nirxa têdeçona xwe û Xezê, rêgirî ji vê pêvajoyê bike û dever bi nişkêve kevte nav şerek din.
Bûyerên li 7ê October û cinayetên qewimî li vê rojê, raya giştiya Îsraîlê bi tevahî lerizand. Li roja paştir de Hizbullahê bi hêceta piştevanîkirin ji Xezê û kiryarên Hemasê, dest bi avêtina katyûşa û mûşekan kir!
Hûsiyan jî carûbar mûşek û diron dihavêtine Îsraîlê û milîsên ser bi rêjîma Têhranê li Îraqê de jî her dem carekê, xwe tevlî wan aloziyan dikirin! Rêjîma Îslamiya Têhranê jî bi eşekere bas ji vê dikir ku piştevanî li wan kiryaran dike û çek û diraf dide wan!
Xevna aloz û tirsnak û kabûsa Îsraîliyan bibû rastî! Şerê man û neman dest pêkiribû.
Komara Îslamî wa hizir dikir ku bi hêzên destçêkiriyên xwe, dora Îslaîlê girtine û Îsraîl hêdî-hêdî li nav şer de dihele û xwe jî ji dûr ve bi gefxwarinan û şandina diraf û çekan, ewlehiya xwe dabîn dike! Efsaneya jinavbirina Îsraîl bo serokên rêjîma wilayeta feqîh, dibû rastî!
Îsraîlê li hember de dixwest pêngav bi pêngav, girûpên destçêkiriyên rêjîmê bide qiraxê û rasterast rûberûyê rêjîma Îranê bisekine. Carekê spaha pasdaran li şanoyeke tolhildanê sedan mûşek û diron avêtine Îsraîl û ew bi tenê şano bû û Îsraîlê jî bersiveke gelek kurt da. Lê ev pêvajo nû gihîştibû qonaxa şerê rûberû digel rêjîma Têhranê û kiryarên vê! Lê rêjîma wilayeta feqîh ji vê tênegihîûştibû û wa hizir dikir ku her wek caran e.
Vê carê Îsraîlê rasterast operasiyonek li Têhranê bi rê ve bir û serokê Hemasê kuşt û her çiqas ku nekêşaye ustiyê xwe, piştre serokê Hizbullahê û hejmarek fermandeyên spaha pasdran jî digel de kuşt!
Êdî şer gihîşte qonaxeke nû: gelo rêjîma Têhranê dê xwe tevlî vî şerî bike, an dê xwe bi dûr bigre û hêzên destçêkiriyên xwe li nav destê Îsraîlê de bi tinê bihêle?
Êwara roja yekem a heyva October a 2024, çend rojan berî salvegera 7ê Octoberê û şevekê piştî destpêkirina êrîşa bejayî ya Îsraîlê bo ser başûrê Lubnanê, rêjîma Têhranê vê carê bi fermana şêwreya ewlehiya rêjîmê û bi gotina xwe bi hevbeşiya hemû hêzên çekdarên wek spaha pasdaran, artêş û wezareta Berevaniyê jî 200 mûşekên balistîkî avêtine Îsraîlê û piştî 12 xulekan mûşek gihane Îrsaîl!
Ew webûna deriyek nû ji aloziyên li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê bû!
Rêjîma wilayeta feqîh, her çi qas ku pêştir Amerîka û Rûsiye ji êrîşkirina xwe agehdar kiribûn û îsraîl bi vê rêyê agehdar bibû û xisareke wiha nedît, lê sînor şikandibû û mûşeka balistîkî li Îsraîlê dabû! Hemû cîhanê jî ew yeka didîtin!
Rêjîma Xamineyî, piştî vê êrîşa mûşekî di cihê sehkirina bo gotina xwe “Bazdarendigî” dabîn kiribe û ewlehiya rêjîmê zêde kiribe, rast bervajî, ewlehiya rêjîmê daxist û beşeke zêde ji xelkê Îranê rûkê nêzîkbûna şerê li navbera Îran û Îsraîlê hate berçav û alîgirên rêjîmê di cihê sehkirina ewlehî, tirsa jinavçona rêjîmê kevte dilê wan. Xamineyî hate nimêja Înê da ku dilê alîgiran xwe xweş bike û bi Hizbullah, Hemas, Hûsiyan û milîsên din li Îraq û Sûriyê re bibêje ku serê ejdehayê terorê, li Têhranê, her zindî ye û pişta wan digre, lê ew jî vê carê axivîn jênedihat û gevî jêkevtibû hev! Merg û nemana rêjîmê bi çavên xwe dibîne hekî rewşê tundtir bike! Lewma bilî hinek dirûşman hewl da ku mijarê bêxe aliyê lojîk û berbiaqiliyê! pêka lojîk û hizrîna wilayeta feqîh jî parastina nizamê ji waciban wacibtir anku ji hemû hewcehiyan hewcehtir e! lewma êdî soza jinavbirina Îsraîlê neda!
Piştî vê yekê dê çi bibe? Dever ber bi çi qonaxekê ve diçe? Sîstema nû dê çawa be?
Pirsyareke girîng e ku renge bersiva vê bi hêsanî neyê peydakirin, lê gelek jî dirêj nabe da ku em bi çavên xwe, bersivê bibînin, çimkî Rojhilata Navîn ji kelînê derbas bûye û peşqelên agir belav dike û lewma dihûnê Hesen Nesrullah digot ku em dê keniya Îsraîlê bikin girî, îro bi xwe tê de ço û Hizbullah jî kevtiye tana canê xwe.
Pêvajoya bûyeran li ser vê ku em bigihîjin bersiva serastî, nasekine!
Ew eşkere û rohn e, Îsraîl dê bersiva êrîşa mûşekiya Têhranê bide, îja bersiv sînordar an her curekê be, lê dê bersivek be ku cîhan lêkevt û agirê vê bibîne!
Piştî vê yekê, tevahiya fokosa Îsraîl bi ser Lubnanê ye û renge Îraqçî yê wezêrê derve jî çobe Lubnanê da ku belku digel Firanse û Amerîkayê satûsewdayekê bike û bi agirbestekê Hizbullahê ji jinavçonê biparêze, lê Îsraîl ewlehiya demdirêj dixwaze û ew bi tenê bi çekkirina Hizbullahê tê kirin.
Pirseke gelek girîng li vê navberê de ev e ku gelo komara Îslamî bi satusewda û êrîşa şanoyî ya hevahengkirî, xwe ji vê rizgar dike an ne, bi hizra min pirsa girîng ev e ku bi 12 xulekan mûşekên balistîkî yên spaha pasdaran digihîjne nav axa Îsraîl! îJa hekî wa bihesibînin ku ew hevahegkirî be an ne û di cihê kumikên şer kumikên navkî pêve be, encama êrîşa mûşekiya bi wî awayî dê çawa be? Xo gunbeta asinî û qanîka Dawûd ku sîstema berevaniya Îsraîl li dema êrîşa mûşekî ne, hekî mûşeka balistîkî bi kumika navkî li esmanê Têlavîvê de derkeve, nikarin bikin armanc, çimkî vê demê li esman de bomba navkî dê bi ser wan de biteqe û tîrêja radioektîv dê devereke zêdetir ji nav bibe! Dê çi ji vê metirsiyê bikin?
Bi hizra min, bersiva wan pirsyaran li nav dilê vê wêneyê de hatiye veşartin.