Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokomarê Lûbnanê: Îran welatê me wekî karteke fişarê bikar tîne

10:48 - 6 Hezîran 2026

Destêwerdana siyasî û serbazî ên Komara Îslamiya Îranê li karûbarên navxweyê welatên deverê, berteka tund a desithilatdarên Beyrûtê li pey xwe anî.

Cozêf Ewin Serokomarê Lûbnanê, li gotûbêja digel kanala “CNN” bi tundî êrîş kire ser siyasetên Tehranê û tometbarkirin bi vê ku xaka Lûbnanê wekî kartek bo fişarê li danûstandinan ligel Amerîka de bikar dîne.

Ewin beramber bi berpirsên rejîmê ragîhand ku, eva welatê we nîne, welatê me ye! Hûn hewil nadin alîkariya me bikin, belkî xelkê Lûbnanê baca berjewendiyên we didin, berjewendiyên me tu carî ligel berjewendiyên we de yêk nîn in.

Ew gotinên Ewin piştî vê hatin ku Spaha Pasdaran di daxûyaniyekê de ragehandibû ku tu aştiyek li deverê de cîhgir nabe meger bi vekşîna tev hêzên Îsraîlê li xaka Lûbnanê de.

Ev aloziyên kûr ên dîplomasî, hevdeme ligel têçûya pitir a rewşa meydanî li Lûbnanê.

Piştî vê ku girûpa Hizbûlahê dawî destpêşxerî û rekeftina agirbestê ligel Îsraîlê ret kir, arteşa Îsraîlê pêlek nû li êrîşên esmanî bo ser deverên cûda cûdaye Lûbnanê dest pê kir.

Arteşa Îsraîlê ragehandiye ku li heyama heftiya derbasbûyî de û li bersiva mûşekbarana Bakûrê Îsraîlê, 650 binkên serbazî ên Hizbûlahê bi armanc girtine û 125 çekdarên vê girûpê jî kuştine.