Çend hefteyê ku Dewlet Bahçeliyê nijadparest, gelek aşiqê Ocalan û PKKê ye. Di vebûna Meclîsê de silav da DEMiyan û destên wan hejand. Pişt re jî di Civîna Grûba Meclîsa xwe de daxuyakirin ku “Ocalan heger dixwaze û bikare PKKê kane bike û ku dest ji çek berdin, bila bê di Meclîsê de di Civîna Grûba DEMê de biaxive û bibêje ku ez li dijî terorê me û PKKê divê dest ji çekê berde. Wê demê mafên wî yên ji hepisê derketin dikare pêk bê û ew li mal hepis bibe.”
Dewlet Bahçelî pişt re ew daxwaz û nerînên xwe di Meclîsê de û di çend Cıvînên Grûba Partiya xwe de jî dîsa diyar kir.
Diyar bû ku di destpêkê de ji ev nerînên wî R. T. Erdoğan ne agahdar e. Loma jî demekê bê deng ma. Piştî çend rojan diyar kir ku “tu bangeke wan ji bona PKKê tune ye. Kurd mixatabê wan e.” Diyar bû ku R.T. Erdogan, partî û hikûmeta wî ji Pêvajoya çareserîyê ders derxistibûn ku PKK dev ji çek bernade. Pirsgirêke Kurd jî ne PKKê ye û ji derveyî PKKê ye.
Mixabin her çiqas sedema daxuyaniya Dewlet Bahçelî gelek vekirî bû û helwesta Erdogan, partî û hikûmeta wî bi awayekî girtî diyar bû jî, beşek Kurdan ji daxuyaniya Dewlet Bahçelî wateyên mezin derxistin, hêvî kirin ku aşitî dê ava bibe, Navenda PKKê ya li Qendîlê dê Ocalan guhdar bike, dê mafên kurdan bên dayin û PKKê jî dê dest ji çek berde.
Heta wek bersîvê PKKê êrîşî TUSAŞê kir jî, nehat fahm kirin ku PKKê dest ji çek bernade. Beşek kurdan dest ji çîroka xwe bernedan.
Min nivîsand ku daxwaza Dewlet Bahçelî aşitiya ne di nav Kurdan û Tirkan de ne. Lewra Bahçelî ji mafên Kurdan qal nake, dest ji çekberdana PKKê dike. Di wî de tirsa guhertina sînoran, encama guhertina sînoran jî avabûna Dewleta Kurdistanê çêbibû. Wî sedema guhertina sînoran jî girêdayî Dewleta Îsraîlê û Emerîkayê aşkere dikir. Gelek vekirî got ku “îsraîl ji PKKê re alîkarî dike. Terora li hemberî TUSAŞê jî bi daxwaza îsraîlê ji aliyê PKKê ve çêbû.”
Dewlet Bahçelî him vê rastiyê diyar dike, him jî hêvî dike ku PKKê dê bi daxwaza Ocalan dev ji çek berde.
Lê tê zanîn ku PKKê dest ji çek jî berde, di navbera Kurdan û Tirkan de aşitî çê nabe. Ceribandina dîrokî ya neteweya Kurd vê yekê gelek zelal derdixe holê. Aşitî dema ku bir her rengî mafên kurdan hatin nas kirin, Kurd û Tirk ji aliyê statuya siyasî û mafên neteweyî de wek hevdu bibin, dewlet bibe dewleta Kurdan û Tirkan yanî dewlet bibe dewleteke federal bi awayekî wekhevî dê çê dibe.
Min û gelek kurdperweran û kesên Doza Kurd û Kurdistanê armanca Dewlet Bahçelî gelek bi zelalî aşkere kirin. Hezar mixabin Kurdên xwenda yên rûhên xwe yên kurdbûnê wenda kiribûn, li heman tembûrê xistin û hîn jî ew helwesta xwe didomînin.
Hemû dewlet ji bona berjewendiya xwe ya dewletbûnê tevdigerin. Bûyerên li herêma xwe û li dinyayê gor berjewediya xwe terîf dikin û jê sûd werdigrin. Ev qanûneke xwezayî û navneteweyî ye. Loma jî dewletek bibêje ku ez ji bona berjewendiya xwe bûyerekê bi kar tînim, lê dewletek û an dewletên din divê bûyeran ji bo berjewedniya xwe bi kar nînin, ev korî û ehmaqî ye.
Loma jî, dewleta Tirk ji bona berjewendiya xwe ya pirr alî ji Dewleta Filîstînê re û ji Hamasa terorîst re piştgirî dike. Li hemberî Îsraîlê dijmintiyeke gelek xurt dimeşîne. Dîsa tê zanîn ku Dewleta Tirk ji bona berjewendiya xwe û ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike PKKê proje kir û bi awayekî gelek xurt bi kar anî. Dewleta Tirk sed sal e ku ji bona Neteweya Kurd dewleta xwe ava neke, destwerdana Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurdistanê li Iraqê, li Îranê û li Sûriyeyê kir û dike jî. Nûha jî Îran û Sûriyeyê û Rûsya û nîjadperetên Iraqê PKKê ji bona berjewendiya xwe li hemberı Dewleta Tirk bi kar tîne.
Di van çend rojên dawî de daxuyaniya Wezîrê Karên Hûndir yê îsraîlê diyar kir ku “Kurd û Cûhî li Rojhelata Navîn bi serhêjmar du neteweyên hindik in. Loma jî her du netew li Rojhilata Navîn tîfaqkarên xwezayî ne. Neteweya Kurd di nav sînorên çar dewletan de, di sînorê Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Suriyeyê de dijîn. Ji serxwebûna xwe ya siyasî bêpar, neteweyekî mezin e.”
Ew jî diyar dike ku Îsraîl jî dixwaze ku ji bona berjewendiya xwe Kurdan û PKKê li hemberî dijminê xwe Dewleta Tirk bi kar bîne. Ev jî helwestekî xwezayî ye. Divê dema Dewleta Tirk Filîstîniyan û Hamasê li hemberî Dewleta Îsraîlê bi kar bîne. Îsraîl jî hemû enstrûmanan û Neteweya Kurd û PKKê dê bixwaze ku li hemberî Dewleta Tirk bi kar bîne.
Di encamê de dikarim bibêjim ku heta Dewleta Kurdistanê ava bibe, dewlet dê ji bona berjewendiya xwe destwerdana Tevgera Kurdistanê bikin, bi rêxistinên Kurdistanê re danûstandin bikin.
Neteweya Kurd jî dê wek hemû neteweyan, neteweya Tirk û neteweyên din yên li Rojhelata Navîn ji bona berjewendiya xwe tevbigerin. Dê bi kîjan dewletan danûstandin bikin dê biryar bidin.