Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDK-Î Kongreya xwe ya 17an lidarxist

12:00 - 10 Şibat 2025

Raporekî rojnamevan Ramazan Yavuz – Rojnameya  (TİGRİS) bi herduk zimanên Kurdî û Turkî li derheq Kongireya 17 an a Hizba Dêmokrat.

KONGRE BI BEŞDARBÛNA ENDAMÊN JI 10 HERÊMÊN CUDA BI ONLINE PÊK HAT

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) piştî kongreya xwe ya 17an ku divê du sal berê bihatan lidarxistin û ji ber sedemên ewlekariyê paşde xistibû, bi beşdariya endamên li Başûrê Kurdistanê û welatên cuda yên li Ewrûpayê bi rêka online pêkanîn.

Di komcivînê de peyam hat dayîn ku partiya wan piştgiriya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê dike. Herweha Mustaf Hîcrî carek din wek Serokê Partiyê hat hilbijartin. Di komcivînê de hat desnîşankirin ku heta li Îranê pergaleke federalî neye avakirin, dê tekoşîna xwe bidomînin. Herwha hat diyarkirin ku heta nuha bi dehan endam û alîgirên wan di encama êrişên hewayî yê Îranê de ku li dijî wan hatine bikaranîn de, jiyana xwe ji dest dane.

PDK-Î KONGREYA XWE YA DERENGMAYÎ PÊKANÎN

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ku ji aliyê Qazî Mihemed û hevalên wî ve di sala 1945an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye damezrandin, di destpêka meha Rêbendana îsal de, kongreya xwe ya derengmayî civand. Ji ber pirsgirêkên ewlehî û hin pirsgirêkên din, Komcivîna 17an ya PDK-Î  ku diviyabû di sala 2022an de were lidarxistin, ji ber nebûna derfetên rewa bi rêka online hat lidarxistin.

Di bin navê "Kongreya Yekîtiya Demokratîk" de li dar xist.

KONGRE BI BEŞDARBÛNA ENDAMÊN JI 10 HERÊMÊN CUDA BI ONLINE PÊK HAT

Di kongreyê de ku şanda PDK-Î ji ber sedemên ewlehiyê li gelek welatên cuda yên Ewropayê û Herêma Federal ya Kurdistana Iraqê belav bû û bi rêya înternetê civiya. Mistefa Hicrî careke din wek sekertêrê giştî hat hilbijartin û endamên desteya rêvebir ku ji 25 kesan pêk tê, hatin hilbijartin.

 JI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ YA LI TIRKIYEYÊ RE PIŞTGIRÎ HAT DİYARKİRİN

Rapora siyasî ya ku ji aliyê desteya rêveber a niha ve derbarê siyasetên ku di salên pêş de bên meşandin de amade kir, pêşkêşî kongreyê hat kirin û hat qebûlkirin.  Di kongreyê de nexşerêya ku ji bo rewşa Kurdan li Iraq, Îran û Tirkiyeyê bê şopandin hat xêzkirin û biryara hevgirtin û piştgiriyê hat nûkirin.

Di kongreyê de hat destnîşankirin ku heta gelê Kurd bigihê mafên xwe yên bingehîn ên demokratîk, heta ku Îran bigihê pêkhateyeke demokratîk û federal, têkoşîna li dijî Komara Îslamî ya Îranê wê bidome, herweha hate gotin ku dê piştgirîdayîna partiya wan li li pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd li ya Tirkiyeyê bidome.

Beşdarên ku di kongreyê de axivîn, daxwaz ji rêveberiya nû kirin ku li dijî Îranê di warên sivîl, siyasî û dîplomatîk de dîplomasiyê pêş bixe û bi taybetî jî di qada navneteweyî de piştgiriya Kurdistana Îranê bike.

“JI BO EWLEHIYÊ KONGREYA ME Lİ SALONEK NECİVİYA"

Rayedarekî payebilind yê PDK-Î diyar kir ku ew ne tenê li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê jî piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û weha got; "Ji ber ewlekarî û hin pirsgirêkan ku kongreya me ya 17an diviyabû di sala 2022an de bihatan lidarxistin, dereng be jî, bi rêka online pêk hat. Ji ber hincetên ewlehiyê tenê bi beşdariya ji herêmên cuda me kongreya xwe li ser înternetê li dar xist.  Mixabin me nekarî di heman salonê de kom bibin. Lê belê kongreya me gelek berhemdar derbas bû."

 PEYAMA YEKÎTIYA NAVBERA KURDAN HAT DAYÎN

Di daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê kongreyê de hat diyarkirin ku kongre bi serkeftî bidawî hatiye û axaftina vekirinê kongreyê ji aliyê Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Halid Ezîzî ve hatiye kirin. Ezîzî, yek ji wan kesên ku berê ji partiyê veqetiyabûn û di sala 2022an de bi PDKÎê bûbûn yek, e. Ezîzî, di axaftina xwe de bal kişand li ser rewş û pêvajoya ku têde derbas bûne û herwisa xebat û tekoşîna partiye. Ezîzî, di berdewamiya axaftina xwe de derbarê xebatên partiye yên pêşerojê de agahî dan û behsa girîngiya hevkarî û yekîtiya navbera rêxistin û partiyên kurd kir.

"DIVÊ EM LI HEMBER DEK Û DOLABÊN ÎRANÊ AMADE BIN"

Ezîzî, di axaftina xwe de diyar kir ku pêwistî bihêztirkirina hevgirtin û yekîtiya navbere hêzên kurd heye û ji ber vê yekê jî, divê siyaseta sivîl tekoşîna siyasî bê xurtkirin. Ezîzî, balkişand ser rejima Îranê û ragihand ku berê û piştî ruxandina rejima Îranê, divê partî û siyaseta kur dli hember dek û dolabên Komara Îranê hişyar û amade bin. Rapora amadekariya kongreye, ji aliyê Kemal Kerîmî ve hat pêşkêşkirin. Kerîmî, destnîşan kir ku sedemên derengmayîna kongreye, ji ber nebûna ewlekarî û hin pirsgirêkên di bûye.

 MISTEFA HÎCRÎ DÎSA WEK SEROKÊ GIŞTÎ HAT HILBIJARTIN

25 navên ku ji bo kongreyê hatibûn pêşkêşkirin, wek endamên Komîteya Navendî hatin hilbijartin, Mistefa Hicrî dengê pêbaweriyê wergirt û careke din wek Serokê Giştî hat hilbijartin û rapora siyasî ya amadekirî pêşkêşî kongreyê kir.Hicrî, piştî agahîdayîna li ser rewşa Komara Îslamî ya Îranê ragehand ku, kurd dê ji bo bidestxistina mafên gele xwe tekoşîna xwe berdewam bikin. Hîcrî, herweha diyar kir ku dê  jibo zêdekirina rola jin û ciwanan ya xebat û di tekoşînê de hewl bidin.

'EM LI ÎRANÊ FEDERALIYÊ DIXWAZIN'

Hicrî nêrîn û nexşerêya Hizba Demokrata Kurdistanê bo paşeroja Îranê eşkere kir; Her wiha diyar kir ku ji bo hemû pêkhateyên Îranê bibin xwedî maf û azadiya xwe, divê Îraneke Federal bê avakirin û ne tenê Kurd, divê hemû hêzên demokratîk ên Îranê di vê mijarê de bibin yek.

PDKÎ DI SALÊN 1994an DE TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ RAWESTAND

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku ji sala 1945an heta nîveka salên 1990î ji bo avakirina pêkhateyeke federal li Îranê tekoşîneke çekdarî da meşandin, piştî avakirina Herêma Federal a Kurdistana Iraqê, ji bo ku zirarê nede vê pêkhateyê, têkoşîna xwe ya çekdarî rawestand

Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ku di sala 2006an de di kongreya 13an a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de ji hev veqetiya, di Tebaxa 2022an de piştî hevdîtin û mizakereyên salek di bin sîwana PDKÎ de careke din bûne yek partî.

DU SEROKÊN PARTIYÊ HATIN KUŞTIN

Wek tê zanîn, rejima Îslamî ya Îranê dem dem bi dek û dolaban qesta kuştina rayedarên payebilind ên PDKÎ dikirin. 

Serokê PDKÎ Ebdurrahman Qasımlo û hevalên xwe di 13ê Tîrmeha 1989an de li Viyanayê bi nûnerên fermî yên hikûmeta Îranê re hevdîtin pêkanîn, di dema civînê de ji aliyê endamên mixabereta hikumeta Îranê ve hatin qetilkirin. Sadiq Şerefkendî ku piştî Qasimlo wek Serokê partiye hatibû hilbijartin, di 17ê Îlona 1992an de li Berlînê di dema danûstandinan de ji aliyê endamên heman dezgeha Îranê ve hat qetilkirin.

Îranê wargehê wan bombebaran kirin bi dehan kes hatin qetilkirin

Endamên PDKÎ yên ku piştî rawestandina têkoşîna çekdarî ya li dijî Îranê vekişiyan herêma Federe ya Kurdistana Iraqê û bi malbatên xwe re li kampên ku li wir ava kirin, man. Tevî ku wan şerê çekdarî rawestand jî, ji aliyê hêzên Îranê ve gelek caran bûn hedefa êrîşên rejima îranê.

Ji Îlona 2018an heta Mijdara 2022an ji ber bombebaranên Îranê yên li ser wargehên ku endamên PDKÎ, malbatên wan û kesên sivîl lê diman de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. PDKÎ diyar kir ku bi taybet di wargeha li Koysancaqê de, piştî êrişên hovane mêr ji kampan derketin, tenê jin û zarok man. Ev yek, ji aliyê şandeya fermî ya Iraqê ve jî ku ji bo ewlehiyê çûbû navçeya Koyê û li cihê bûyerê çavdêriya rewşa navçeyê kir, hat piştrastkirin.

Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî roja 04.12.2023an li gel berpirsên ewlekarî û leşkerî yên Iraqê civiya û daxwaza cîbicîkirina rêkeftinên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de kir û got, "Em li benda pêkanîna qonaxa dawî ya rêkeftina navbera Bexda û Tehranê ne. Em dixwazin aliyên partiyên mixalifên Îranê bi tevahî bên bêçekkirin û jibo qampên ku bên diyarkirin, bên şandin.” Lê, ev yek ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve nehatibû qebûlkirin.

Armanca vê Peymana Ewlehiyê ku di navbera Îran û Iraqê de hatiye îmzekirin, bêçekkirin û derxistina hêzên Kurdistanî yên Îranê ku li Herêma Kurdistanê dimînin, dûrxistina  ji sînorên Îranê ye.