
Hecetên pêdivî bo hêrişa ser Îranê
N. Elî Munezemî
Li wan rojên bihorî de bas li wê yekê tê kirin ku Îranê paşkevta ûranyûma meyandî a 60%, gihîştandiye 182 kîlo girem. Ewa li demekê deye ku paşkevta giştî ya ûranyûma Îranê li 6 tonan derbas bûye. Eger Îran her li ser wê esasê berdewam be, yê bo heyva adara 2025an bikare paşkevta ûranrûma 60% a xwe ya meyandî bigihîjîne 250 kîlo gireman. Li ber wê yekê niha serkomarê DYK – Trump – bas li wê yekê dike ku eger DYA û Îran nekarin rêkevtinek baş li ser pirsa bernameyên navikî yên Îranê bikin, egera hindê heye ku Îsraîl hêrişê bo ser Îranê û bi xasma li ser binkeyên bernameyên navikî ên wê rejîmê bike. Gelo li egera hêrişek han de bîrûraya giştî bo bi rewakirina wê hêrişê amade ye û yê wê hêrişê wek şerê rewa bihesibînin?
Armanc li şer xala serekeye bow ê yekê ku meriv biryar bide ka şerek rewaye an ne. Heke govannameya şer bikaribe aştî û aramiyê biafirîne, xûyaye ku ew şer rewaye. Her wek Agûstîn dibêje: “Em bo desteberkirina aştîyê diçin bo şer.”
Bo bersivdan bi wê pirsê ku şerê Îsraîl yê bi Îranê re yê rewadar be yan ne, dibe em 3 qonaxan berçaw bigrin: a. rewadariya beriya şer; b. rewadariya li dema şer de û c. rewadariya piştî xilasbûna şer.
a. rewadariya beriya şer:
Bo şirove rewadarî a beriya şer, dibe em şeş xalên sereke li ber çaw bigrin:
1. Hecet yan hegera şer: Ewa ku Îsraîl bi kîjan sedemê dixwaze hêrişî ser Îranê bike. Ewa ku Îran tunekirina Îsraîl bi armanca xwe ya sereke û bi serkê xwe yê olî-merivî dihesibîne, bes eger siberojê bikare çeka navikî çê bike, dikare bi wê çekê hêrişî Îsraîl bike. Her çawa li demên bihorî de heta niha 2 caran rasterast û eşkere ew hêrişa encamp daye. Bes eger Îsraîl hêrsih bike ser Îranê, ew yek bi sedema xwe-parastinê û ewa ku li zanistên siyasî de jêre dibêjin “hêrişa pêşîpêgirtinê”, ew karê Îsraîl yê bi rewa bê zanîn. Li aliyek din, liberku xelkê Îranê rejîma Xumeynî naxwazin, lê liber nebûna îmkanan nikatrin wê rejîmê hiloşînin, hêrişa Îsraîl bo ser rejîmê dikare her wisa li rêza “desttêverdanên merivhezî” were danîn û li aliyê xelkê Îranê û bîrûraya giştî bi rewadarî were hesibandin.
2. Şer wek rêya davîn: Her wek ku Trump jî dibêje, eger Îran nekare bi DYA re bigihîje rêkevtinek baş, ew yek dikare Îsraîl mecbûr bike ku hêrişî Îranê bike. Yanî li pêş destpêkirina şer, rêka diyalogê bo rejîma Îranê vekiriye ku bikare xwe li şer bide qeraxê. Lê rêberê wê rejîmê – Xameneyî- rêkevtin bi her şêwazekê bi DYA re red dike û bi caran aniye ziman ku ew xwazyarê rêketin bi wan re nine. Bes şer wek davîn bijarde dikeve ber pêyên Îsraîl û ewan bijardeyek din nine.
3. Hisabkirina qazanc û zirarên şer: Hemû aliyek dizanin ku li egera gihîştina Îranê bi çêkirina çeka navikî, ne tenê Îsral, belkû merivahî di Rojhilata Navîn de dikeve tehlûkeyê. Li ber hindê jî eger Îsraîl bo sekinandina bernameyên navikî hêşrî Îranê bike, ewa bo parastina merivahiyê e li Rojhilata Navîn de û ew yeka yê li aliyê hemû welatên Rojhilata Navîn pêşivazî lê bê kirin. Ewy eka yê Îsraîl li ber çavên xelkê bike rizgarîker û ew yeka li berjewendiya netewî a Îsraîl de ye.
4. Hisabkirina şansê serkevtinê: Îsraîl pêştir bi hêriş bo ser sîstema bergiriya esmanî a rejîma Îranê, ew system lawaz kiriye û tecrubeyên hêriş bo ser Îranê jî hene. Li aliyek din, Îsraîl xwediyê çek û cebilxaneyê modern e. Li ber hindê, li serkevtina wan di şerê hember Îranê de şik û guman nine. Li aliyek din, ew li aliyê DYA jî têne saportkirin.
5. Nîyeta rewa: Rêber û karbidestên Îsraîl bi caran ew yeka anîne ziman ku ew dijî rejîma Îranê ne ku tunekirina Îsraîl xwe re kirine armanc. Îsraîl li tewî xelkê Îranê dijminayetiyek nine û wan dostê xwe dihesibine. Bes eger şerek jî dijî Îranê bê kirin, ew li dijî rejîmê e û bi nîyeta rizgarkirina Îsraîl û cîhanê e li dest wê rejîma hov de. Bes nîyeta wî şerî jî, nîyetek rewa ye.
6. Ûtûrîte yan desthilatdariya rewa: Îsraîl ku niha demokrattirîn hikûmeta Rojhilata Navîn e, desthilatdarî li xelkê wê ve serçave digre. Berevajî rejîma terorîstî a Îranê ku hikûmeteke totalîter û dijî hemû nirx û pirensîbeke merivahiyê e.
Bi kurtî derdikeve ku li qonaxa yekim bo destpêkirna şer de, rewadaiya wê bo Îsraîl heye û eger şer destpê bike, ew şer yê rewadar were hesibandin.
b. rewadariya li dema şer de:
Bo ku em bizanin ka ew şer li rewta şer de, yê rewa be yan ne, dibe ew sê pirensîban lisber çav bigrin: a. Hevsengî, b. Cudakarî û c. Bandora du aliyane.
• Pirensîba hevsengiyê bikaranîna zêde ya hêza çekdar di dema şer de şermezar dike. Tê gotin ku armanca sereke ya şer (eger rû bide), hêriş bo ser binkeyên bernameya hajekî û navikî a Îranê e. Bes bo têkdana wan binkeyan hêza pêdivî yê were bikar anîn. Ewa li demekê de ye ku Îranê li dema hajekbarankirina Îsraîl, bi hemû hêza xwe hêriş kir.
• Cudakarî: ew pirensîb pêdagirê dike li ser wê hinê ku armancê sivîl û leşkerî li hev bêne cihê kirin. Îsraîl di hêrişa xwe ya wê daviyê bo ser Îranê da eyankirin ku ew di wî karî re şareza ne û ne tenê armancên sivîl li yên leşkerî cihê dikin, lê her li heman demê de wisa hêriş dikin ku kêmtirîn zirarên merivî hebe. Ewa li demekê de ye ku Îran bi heremekî hêrîş dike û kê ber bikeve, ne xema wan e.
• Bandora dualiyane: Ewa ku Îsraîl karekê neke ku hêcetê bide Îranê karek li wan xirabtir bike. Ew yeka jî li proseya nakokîyên navbera Îsraîl û Îranê de bi başî xwe nîşan daye. Îsraîl çi bike yan neke, Îran ewa ku destê wê tê dike û çi tiştî texsîr nake. Bes kar û kiryarên Îsraîl li dema hêrişê de yan jî hêriş nekirinê de, çi li kar û helwêsta Îranê beramber Îsraîl naguhere.
C. Rewadarî piştî xilasbûna şer:
Ewa ku Îran nîyete xwe li şer dijî Îsraîl tinekitrina wê de dibîne, lê Îsraîl niyeta xwe ya di şerê hember Îranê lawazkirin yan nehêlana rejîmê de dibîn û dixwazin dostiniya navbera xelkê her 2 welatan dom bike, dide eyankirin ku niyeta Îsraîl piştî şer û nakokiyên bi rejîmê re rewadar û merivhezane ne.
Bes bi kurtî em dikarin bibêjin ku li egera hêrişa Îsraîl bo ser Îranê, li niha de eyan e ku şerê wan yê bi dijî rejîmê rewadar were hesibandin û ew yek li berjewendiya xelkê her 2 welatan û merivahiyê bi giştî e.