Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka toreke qaçax a gaza şil ya Îranê xiste nav dorpêçan

10:42 - 6 Hezîran 2026

Wezareta Xezenedariya Amerîka, sizaya nû bi ser çendîn damezrave, kesayetî û neftkêşên ser bi rêjîma Îranê de sepand ku li warê qaçax û firotina gaza şil de (LPG) çalak bûne.

Li Malpera wê Wezaretxaneyê de hatiye ku ew tora mafiyayî bi bikaranîna çendîn şîrketan li Îmarat û Çînê, hisabên bankî ên biyanî û Navgana Sîber, bayê sedan Milyon Dolar gaza şil a Îranê bi navê saxte ya Gaza Omanê, bi welatên başûr û Rojhelatê Asiyayê firotiye, heya rejîma Îranê li dorpêçan derbas bike.

Di vê peywendiyê de 12 damezrave li giravên Marşal, Îmarat û Çînê de, ligel 6 keştî û serafiyên Mêhrdad Germiyannîk, xistine nava lîstê dorpêçan de ku sedan milyon dolar bo bankên ewlehî ên rejîmê veguhestine.

Wezîrê Xezenedariya Amerîka ragehand ku abûriya Komara Îslamî hiloşiye li rêya cehda, Tûrreyîya Abûrî ve berdewam dibin li birîna çavkaniyên darayî ên Komara Îslamî û jikarxistina navgana Sîber a wê rejîmê.