
Pêgeha zimanê kurdî weke zimanê zikmakî di şûnasa neteweyî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaxiya Kurdistanê de
N. Serbest Urmiye
Destpêk- di warê nasname û nasandina şunasa takekesî, civakî û neteweyî de, ziman weke faktereke bingehîn tê hijmartin. di herdu dîtingehên zanist û felsefeyê de, ziman tenê alavê gotûbej û têkilîyan nahê dîtin , belkû platformek e ji bo pêkhatina raman, nasname û hevgirtina civakî û neteweyî. Li gor dîtina derûnnasê naskirî “Erik Erikson”ê bi esil Amaniyayî, nasnameya takekesî ji têkiliyên civakî û çandî pêk tê û ziman jî yek ji emrazên herî girîng ên van têkiliyan e. Ji ber vê yekê di warê serxistina pêvajoya şûnasxwaziyê di astên cur bi cur di hindur yekîneyeke neteweyî de, zimanê dayîkê ji bo her kes û neteweyekê yek ji hêmayên bingehîn ên nasnameyê tê hesibandin û di aliyên takekesî, mirovî, neteweyî û civakî de roleke sereke digêre.
Zimanê Kurdî jî weke zimanê zikmakî yê neteweya Kurd di dirêjahiya dîrok û pêvajoya tevgera şûnasxwaziyê di Kurdistanê de roleke bingehîn di parastina nasnameya çandî, civakî û neteweyî ya vî gelî de hebûye. Di vê gotarê de, li ser bingehên hizrên zanistî û felsefî, hewil hatiye dan ku pêgeha zimanê dayikê( bi esasgirtina zimanê Kurdî) di pêvajoya serxistina nasname û yekîtiya civakî û neteweyî de û her wiha bandora wê ya li ser berxwedana çandî, civakî, siyasî û neteweyî di Kurdistanê de were bas kirin.
1. pêgeha Zimanê zikmakî di nasnameya takekesî, çandî û civakî de
1.1. Ziman û nasnameya takekesî: di ranamên derûnnasî û felsefî de.
Li gor dîtina derûnnasan, ziman di pêkhatina hizir û kesayeta mirov de rola bingehîn dibîne. “Noam Chomsky"feylesofê zimannas ê Emerîkî, ji ziman tenê weke emrazê ragihandin û gotinê mêze nake, di baweriya wî de ziman beşek ji pêkhateya zanist, fêrbûn û ramana her kesî/ê ye. “Martin Heidegger” feylesofê Almaniyayî, ziman emrazê têgihîştin ji hebûn û cîhanê dide nasandin. Li gor pênaseya han, zimanê zikmakî (yek ji wan zimanê Kurdî) alîkarê mirov e ku bi hilgirtina nirx û hêmayên xwe yên çandî û civakî, kesayetî û nasnameya xwe li hember mirov yan takê din de ava dike û biprêze
1.2. Ziman û Nasnameya Çandî: di qada dîrok û hizra giştî de
Zimanê zikmakî mîrateke çandî û dîrokî ye ku ji her neteweyekê re dimîne. Feylesofê Fransî “Paul Ricoeur” nasnameya mirovî, bîreweriyên dîrokî û serpêhatiyên çandî bi hev re girê dide ku di vir de zimanê dayîkê navenda veguhastina wan hizir û bîreweriyan e û heke zimanê dayîkê nebe nasnameya dîrokî û çandî ya gel winda dibe. Zimanê Kurdî jî di Kurdistanê de çîrok, nirx û baweriyên civakî yên Kurdan parastine û bûye bingehek ji bo fêmkirin û têgihîştinê ji têgehên weke azadî, wekhevî û dadperweriya civakî.
1.3. Ziman û nasnameya civakî: faktera hevgirtin û têkiliyên giştî
Civaknas “Emile Durkheim” ê Firansayî, ji aliyê civaknasiyê ve ziman yek ji hêmayên bingehîn ên afirandina hevgirtina civakî dide zanîn. Di civakên kevneşop parêz de, ziman çand, edet û baweriyên hevpar vediguhêze û di civakên nûjen de jî ziman alavê ragihandin, siyaset û beşdariya civakî ye. Her di vê derheqê de “Michel Foucault” jî dide zanîn ku ziman di avakirina nasnameyên civakî û parvekirina hêz û desthilatê de roleke bingehîn digêre. Di vê qadê de zimanê Kurdî jî ji bilî ragihandinê, yê bûye faktereke sereke ji bo yekîtiyê di navbera komên cuda yên Kurdan li seranserê herêmên Kurdî û li dîasporayê.
2. Zimanê zikmakî û rola wê di avakirina netewe û yekîtiya civakî de
2.1. Zimanê zikmakî û xurtkirina yekîtiya civakî
“Benedict Anderson” ê Emerîkî di vê baweriyê de ye ku netewe di rêya zimanekî hevpar weke “civakeke xeyalî” ava dibin û piştre zimanê hevbeş hest û hevgirtina civakî bihêz dike û dibe sebeb ku nasnameyeke hevbeş yan neteweyî peyda be. “Jürgen Habermas” jî bi heman awawî girîngiyê dide bandora ziman di afirandina nasnameya hevpar û yekîtiya civakî de.
Li gor ramanên han di Kurdistanê de zimanê kurdî weke zimanê hevpar faktora sereke ya yekîtiya civakî ye di navbera komên cuda yên kurdan de û weke sembola berxwedan û nasnameya neteweyî tê zanîn û nirxandin.
2.2. Zimanê zikmakî di pêvajoya avakirina neteweyî de
“Benedict Anderson” di berhema xwe ya bi navêe “Civakên Xeyalî” de şirove dike ku netewe pêkhateyên civakî ne ku di serî de bi rêya ziman, medya û rêkxistinên çandî de hatine avakirin.
Di qada Kurdistan ê de jî zimanê Kurdî ji bo Kurdan sembola nasnameya netewî û amûreke parastin û ragihandina çand, dîrok û wêjeyê ye. Ji ber ku gelê Kurd him li ser axa xwe hatine parvekirin û him jî di welatê bîhanî de niştecih bûne, tekoşîna wan ji bo bihêzkirin û parastina zimanê Kurdî li hember siyaset û hewlên serkutkirinê de yê bûye beşeke sereke ya berxwedana siyasî, çandî û neteweyî ya gelê Kurd.
2.3. Ziman çeperê berxwedana neteweyî
Di piraniya tevgerên rizgariyê yên serxwebûnxwaz de, parastin û pêşvebirina zimanê neteweyî bûye hêmaya berxwedaneke çandî û siyasî û weke çeperê parastina nasnameya neteweyî tê hesibandin.
Di civakên ku ketine ber siyasetên bişavtin û tunekiria ziman de, hewildana parastina zimanê zikmakî tê wateya berxwedanê li dijî siysaset û desthilata bişavtin û tinekirina nasnameya neteweyî. Weke mînak, li Îrlandayê vejandina zimanê Îrlandî pêkhateyeke sereke ya berxwedanê li dijî kolonyalîzma Brîtanyayê bû. Li Cezayîrê, zimanê Erebî û Amazîxî li dijî siyaseta kolonyalîzma Fransayê weke hêzeke têkoşîn û parastina nasnameyê mifah jê hate wergirtin.
Li Kurdistanê hikûmetên desthilatdar ên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê bi zext û qedexekirina ziman, jib o tunekirina nasnameya Kurd pêngavên bilind havêtine. Lê gelê Kurd bi rêya perwerdeya zimanê kurdî( bi qaseke zêde di terzên nepenî di tezeke nefermî de), wêje û helbest wekî amûra berxwedanê, medyaya
Kurdî ya serbixwe û çalakiyên çandî û hunerî de karîne zimanê xwe biparêzin û di berxwedana xwe ya neteweyî de weke hêzekê mifahê jê wergirin.
3. Bandora zimanê Kurdî li ser yekitî û tevgera rizgarîxwaziya kurdistanê
Zimanê Kurdî jî weke hemû zimanên din yên ku di bin siyasetên bişavtin û tunekirinê de derbas dibin, di qada parastina nasname, nirx û bihayên neteweyî de yê bûye çepereke xebata neyeweyî.
3.1. Zimanê Kurdî û nasnameya siyasî
Bi avakirina dezgeh û rêkxistinên siyasî û medyaya serbixwe, Zimanê Kurdî di yekîtiya neteweyî de roleke sereke hebûye û heye û hertim alîkarê bihêzkirina tevgera mafxwaziya neteweyî di Kurdistanê de û bo Kurdistanê ye .
4. bihêzkirina zimanê Kurdî weke çeperê xebata neteweyî
Tevî pirrengiya zaravayan, zimanê kurdî role navendeke sereke di yekîtiya kurdan de digêre. Lewma hewce ye weke hemû zimanên din were bihêzkirin. Ji bo bihêzkirina rolê zimanê kurdî di yekgirtina tevgera azadîxwaziyê de dibe bêtir hewil were dan û ev çareserî têne pêşniyar kirin:
* Berfirehkirina navendên perwerde, xwendin û nivîsandina kurdî û avakirin û alîgirtina rêkxistinên perwerdeyê nemaze perwerdeya ziman, ji bo xurtkirina zimanê kurdî di nav nifşên ciwan û çalakvanên tevgerê de.
* weşandin û wergerandina bas û babetên dewlemend li dor berxwedan û tevgera azadîxwaziyê ji bo jordebiriba asta hişyarî gel û hevgirtinê.
* Bihêzkirina Medyaya Kurdî û Pêşxistina ragihandina serbixwe bi zimanê Kurdî ji bo şopandina nûçe û pirsên taybetî li dor xebata gel û bihêzkirina gotara neteweyî û azadîxwaziyê.
* avakirina hêleke berfireh ya hevkariyê di navbera komên cuda yên kurd û neteweyên din de û bikaranîna zimanê kurdî di civîn û daxuyaniyên hevpar de ji bo xurtkirina nasnameya çandî û neteweyî.
* mifah wergirtin ji huner û wêjeya Kurdî, dewlemendkirina mûzîk, helbest û wêjeya berxwedanê bi zimanê Kurdî ji bo haydan û bilindkirina asta hişiyariya gel, nemaze nifşa ciwan û nûgihîştî.
* Bihêzkirin û bikaranîna torên civakî ji bo berfirehkirina rolê zimanê kurdî di danûstandinên azadîxwaziyê de.
* rêkxistin û berhevkirina belgenameyên fermî yên tevgera azadîxwaziyê bi Kurdî û mifah wergirtin ji zimanê kurdî di belge, daxuyanî û sloganên fermî de.
Di dawiyê de
Ji aliyê zanistî û felsefî ve ziman ne tenê emrazê gotin û ragihandinê ye, belkû bingeha avakirina raman, yekîtiya civakî û berxwedana çandî û neteweyî ye. Teoriyên ku di vê gotarê de hatine pêşkêşkirin, hemû girîngiya bingehîn a ziman di naskirin û jiyana neteweyan de radigihînin. Zimanê Kurdî jî weke zimanê dayîkê yê neteweya Kurd roleke bingehîn di parastina kesayetî, çandî, civakî û neteweyî ya gelê de heye.
Li Kurdistanê zimanê Kurdî yek ji girîngtirîn alavê nasandin û parastina nasnameya neteweyî ye û weke faktera sereke ya yekîtiya civakî roleke mezin digêre. Parastin û berfirehkirina zimanê Kurdî ne tenê ji bo vejîyana jiyanê di qadên çandî û civakî ya neteweya kurd de hewçe ye, belkû dibe weke çepereke qahîm di tevgera azadîxwaziya kurdistanê de jê were mêzekirin.