
Zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê rûbirûyî metirsî û xeterîyeke mezin e!
N. Mistafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li dîasporayê, di derbarê zimanê kurdî de gelek çalakî û civîn hatin li dar xistin.
Ev xebat û çalakî ji bo lêxwedîderketina zimanê kurdî gelekî girîng bûn.
Zimanê kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, eve 100 sal e, bi siyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê ve, rûbirûyî neheqî, asîmîlasyon, înkar û êrîşeke gelekî mezin ya piralî bûye.
Em dikarin bêjin ku li cîhanê tu ziman, weke zimanê kurdî, bi taybetî jî li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê, rûbirûyî zilm û neheqîyeke di vê astê de nebûye.
Ev neheqîya ku li zimanê kurdî hatîye kirin û hê jî tê kirin; di eslê xwe de tawaneke mirovahîyê ye ku Dewleta Tirkîyeyê dike û dewletên cîhanê jî çavên xwe ji vê yekê re digrin.
Neheqîya ku li zimanê kurdî hatîye û tê kirin, ji sê başan pêk tê; neheqîyên ku Dewleta Tirkîyeyê kirine, neheqîyên navdewletî û neheqîyên ku kurdan li zimanê xwe kirine.
Sîyaseta asîmîlasyon, tune hesibandin û qedexekirinê ya Dewleta Tirkîyeyê
Dewleta Tirkîyeyê ji damezrandina xwe ve heta îro, weke fermî û fiîlî zimanê kurdî tune hesibandîye û qedexe kirîye; bi sîyaseteke piralî ya asîmîlasyonê tunekirina zimanê kurdî ji xwe re kirîye armanc. Ji ber axaftina kurdî gelek kesan cezaya hevsê xwarine. Di salên 1930ê de, li bazar û kolanan, ji bo axaftina her gotineke kurdî cezaya pereyan hatîye birîn.
Îro, teva ku TRT-KURDÎ, li dibistanan di pola 5, 6, 7, 8ê de dersa bijarte ya kurdî û li 6 unîwersîteyên Dewleta Tirkîyeyê yên li Bakurê Kurdistanê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî hene jî di Qanûna Bingehîn û hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê de zimanê kurdî her tune hatîye hesibandin; mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna bi zimanê kurdî nehatîye qebûl kirin.
Li Parlamentoya Tirkîyeyê gava ku parlamenterek bi kurdî diaxive dengê mikrofonê tê girtinû di qeydên fermî yên parlamentoyê de weha tê nivîsandin: ’’Filan parlamenter bi zimanekî nenas axivî’’.
Herweha teva ku li dibistanan di pola 5, 6, 7, 8ê de dersa bijarte ya kurdî heye; Dewleta Tirkîyeyê mamosteyên kurdî yên pêwîst tayîn nake, rêvebirîyên dibistanan jî ji bo ku zarok dersa kurdî hilnebijêrin astengîyên cûr be cûr derdixin.
Hîna jî, li hinek bajarên Tirkîyeyê, ew kesên ku di kolanan û wesayetên giştî de bi kurdî diaxivin, tûşî êrîşên nîjadperestên tirk dibin.
Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkîyeyê stranbêj ji ber ku stranên bi kurdî dibêjin têne girtin.
Netewên Yekbûyî, Konseya Ewropa, UNESCO, li himber neheqîyên ku li kurdî têne kirin bêdeng in!
Dewleta Tirkîyeye, endamê Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropa (KE) û UNESCOyê ye. Beyannameya Mafê Mirovan ya Navneteweyî ya NYyê, Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ya KEyê û biryara UNESCOyê ya ku roja 21ê sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî qebûl kirîye; bêyî şik, pir bi zelalî, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, mafê fermîbûna zimanê kurdî dihewînin, diparêzin.
Lê mixabin, NY, KE û UNESCOyê bi tu awayî li himberî sîyaset û kiryarên asîmîlasyonê, tunehesibandina zimanê kurdî, qedexe û neheqîyên li ser zimanê kurdî helwest negirtine, her bêdeng mane, hişyarî nedane Dewleta Tirkîyeyê.
Ev bêdengî û çavlêgirtina van hersê dezgehan, cesaret daye Dewleta Tirkîyeyê ku li ser êrîş,
neheqî û asîmîlasyona li ser zimanê kurdî her berdewam be.
Kurden Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê li gorî ku pêwîste, li zimanê xwe xwedî dernakevin!
Ji alîyekî Dewleta Tirkîyeyê li dijî zimanê kurdî 100 sal e ku sîyaseta inkar û asîmîlasyonê dimeşîne, ji alîyekî ve NY, KE û UNESCO li himberî neheqîyên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser zimanê kurdî bêdeng dimînin, xwe nedîtî dikin; ji alîyekî ve jî mixabin, kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê jî li gorî ku pêwîste li zimanê xwe xwedî dernakevin.
Sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya 100 sal e ku bi hişmendî, gotar, perwerdeya şowenî û bi qedexe, ceza kirin û êrîşan li dijî kurdan, li dijî zimanê kurdî tê meşandin, bi taybetî li bajarên metropolên Tirkîyeyê, tirseke mezin li ser malbatên kurdan peyda kirîye. Ev tirs jî dibe sedem ku, gelek kurd bi zimanê xwe neaxivin, kurdbûna xwe veşêrin, li zimanê kurdî xwedî dernekevin, kurdî fêr nebin.
Teva vê rastîyê, bi taybetî di van salên dawî ku teknolojî, platformên dîgîtal, sosyal medya, ragehandin gelekî pêşketîye de, êdî “Hişê Çêkirî” di rojeva mirovahîyê de ye, serdestîya zimanê tirkî weke agirekî mezin yê ku bi daristanê bikeve, asîmîlasyona li ser zimanê kurdî anîye asteke xeter û metirsîdar.
Helbete xeterî û metirsîya li ser zimanê kurdî, tenê bi van faktorên neyênî namîne. Xeterîyeke esasî jî ewe ku kurd bi xwe li zimanê xwe xwedî dernakevin.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê, nifûsa kurdan nêzîkî 30 mîlyonî ye.
Di encama sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya 100 salî, texmînen nêvîyê vê nifûsê bi kurdî nizanin.
Bi deh hezaran malbatên kurdan yên ku bi kurdî dizanin jî mixabin di nav malê de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Nifşên nû yên kurdan her ku diçe zêdetir ji kurdî dûr dikevin.
Axaftina kurdî di nav kurdan de, di jîyana rojane de gelekî kêmtir bûye; tirkî li gelek bajaran bûye zimanê rojane yê kurdan.
Mixabin sîyasetmedar, rewşenbîr, partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, şaredarîyên kurdan jî li gorî ku pêwîste li zimanê kurdî xwedî dernakevin, di zimanê xwe yên jîyana rojane, sîyaset û rewşenbîrîyê de giranîyê nadin zimanê kurdî.
Teva vê kêmasîyê, di mijara hilbijartina dersa bijarte ya kurdî de jî mixabin tabloyeke diltevzînî li holê ye.
Nuha li cîhê ku bi sed hezaran zarokên kurdan dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin, her sal tenê 25-35 hezar zarok dersa bijarte ya kurdî hildibijêrin.
Di vê derbarê de trajedîyeke mezin jî ew e ku HDPyê ji bo dersa bijarte ya kurdî got ‘’Ev lehîstika Dewleta Tirkîyeyê; ji ber wê jî divê em zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî qeyd nekin’’, nuha jî DEM Partî di pratîkê de piştgirîya dersa bijarte ya kurdî nake.
Ev helwesta HDP û DEM Partîyê dibe sebeb ku bi deh hezaran zarokên kurdan di dersa bijarte ya kurdî de neyên qeyd kirin.
Di sala 2024ê de 38 hezar zarokên kurdan di dersa bijarte ya kurdî de hatine qeyd kirin. Ev hêjmara jî nîşana wê yekê ye ku ne bes kurdên ku dengên xwe didin DEM Partîyê, kurdên ku dengên xwe didin AK Partî, CHP, HUDAPAR û partîyên din jî li gorî pêwîste piştgirîya dersa bijarte ya kurdî nakin. Herweha ev tablo nîşan dide ku partîyên kurdistanî jî li gorî pêwîste di fiîlîyatê de piştgirîya dersa bijarte ya kurdî nkin.
Helbete ku mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e.
Ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike, divê bêwestan em têbikoşin. Lê dersa bijarte ya kurdî jî ji bo fêrbûna zimanê kurdî firsendeke gelekî mezin e. Heger bi sedhezaran zarokên kurdan xwe li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin, dê rê ji fermîbûna zimanê kurdî û ji perwerdeya bi zimanê kurdî xweştir bike. Ji ber wê jî em ji bo dersa bijarte ya kurdî dibêjin: ‘’têrê nake, lê dîsa jî em dibêjin erê’’.
Lêxwedîderketina dersa bijarte ya kurdî qet nayê wê maneyê ku em dest ji maf û daxwaza xwe ya perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî berdidin. Berevajîyê wê, di demeke ku dinyaya digital jî di asteke mezin û xeter de rê ji asîmîlasyonê xweştir dike de, hilbijartina dersa bijarte ya kurdî, piçekî be jî rê li ber girtina asîmîlasyonê ye, lêxwedîderketina zimanê kurdî ye, ji bo zarokên me kurdî fêrbibin gavek e.
Aşkereye ku her gotin, helwest, boykot, biçûk dîtin, rêlibergirtin, sist kirin, teşwîq nekirin û li dij derketina ji bo dersa bijarte ya kurdî, zerarê dide fêrbûna zimanê kurdî.
Kurd divê bi kurdî biaxivin, kurdî fêrbibin, ji bo fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin!
Ji bo em bikaribin xeterî û metirsîya li ser zimanê kurdî kêmtir bikin û rêya lêxwedîderketina kurdî xweş bikin, divê kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê ji bo zimanê kurdî rûpelekî nû vekin.
Her gaveke ku parastin û piştgirîya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî, kurdkî/zazakî), axaftin, nivîsandin, fêrkirina zimanê kurdî dike, diparêze, teşwîq dike, pêşde dibe, pêk tîne, divê em girîng bibînin û em piştgirîya wan bikin.
Berîya her tiştî, weke kurd, divê em bi yekdengî bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku van daxwazên me bînin cîh:
1- Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin. Divê hemû astengîyên li ber dersa bijarte ya kurdî hene ji hole bêne rakirin.Divê kurdî bibe dersa esasî ya mecbûrî.
2- Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê, divê demildest gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne kirin.
Wek miletê Kurd û hemû alîyên peywendîdar jî ev wazîfe û berpirsyarî^yen neteweyî, mirovî li ser milên me ne:
1-Divê em zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) de qeyd bikin.
2-Kurdên ku bi kurdî nizanin, divê hemû îmkanên teknolojî, sosyal medya, komele, kûrs û rê û platformên din yên fiîlî û dîjîtal ve seferber bibin da ku fêrî kurdî bibin, da ku zarokên me kurdî fêr bibin.
3-Hemû kurdên ku bi kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan, di karên xwe de, di jîyana rojane, di tîcaretê de divê zimanê kurdî bikin zimanê xwe yê esas yê jîyanê.
4-Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurdan, divê kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, yê nivîsandinê, yê çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.
5-Hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, potansîyela dîasporayê ya kurdan, bi awayekî fiîlî û ji bo li ser platformên digital, kurd bikaribin kurdî fêr bibin, divê hemû îmkanên xwe seferber bikin, projeyan amade bikin, dibistan, kûrs, dezgeh û amûran pêwîst ava bikin û damezrînin.
6-Kurdên ku bi kurmancî dizanin, divê hewl bidin kirmanckî/zazakî fêr bibin, bi kêmanê zazakî fêhm bikin; kurdên ku kirmanckî/zazakî dizanin jî divê hewl bidin ku bi kurmancî fêr bibin, bi kêmanî kurmancî fêhm bikin.
7-Ji kîjan partîyê dibe bila bibe, divê hemû parlamenterên kurdan piştigrîya dersa bijarte ya bi zimanê kurdî bikin; ji bo dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê bê dayin, dive gavên pêwîst biavêjin û piştgirîya xebat û têkoşîna ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê bikin.
8-Di serî de hemû serokên şaredarîyan û endamên meclîsên şaredarîyan yên li Bakurê Kurdistanê; serokê şaredarî û endamên meclîsê yên şaredarîya Stenbol, Îzmir, Mêrsîn, Edene, Enqere, Antalya, navçeyên Konyayê û bajarên din yên ku nifûseke zêde ya kurdan lê hene, divê dibistan, kurs û dezgehên fiîlî û digital yên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dikin û kurdî fêr dikin vekin.
9- Di derbarê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî de, ji bo ku Netewên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropa (KE) û UNESCOyê li beyanname, peyman, biryar û prensîbên xwe xwedî derkevin, divê hemû kurdên dîasporayê û kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê, xebateke berfireh ya dîplomasî û lobîyê bihûnin.
Her gaveke ku parastin û piştgirîya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî, kurdkî/zazakî), axaftin, nivîsandin, fêrkirina zimanê kurdî dike, diparêze, teşwîq dike, pêşde dibe, pêk tîne, em girîng dibînin û divê em piştgirîya wan bikin.