Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma dagirkar a Îranê herêma Mirgewer a Urmiyê wêran dike

17:22 - 8 Adar 2025

Rêjîma dagirkar a Îranê herêma Mirgewer a Urmiyê wêran dike

N. Eskender Ceiferî

Rêjîma faşîstî ya Îranê bi cîbicîkirina pirojeyên jêrxanî bêyî berçavgirtina encamên jîngeh û civakî, careke din navçeyeke din xiste ber metirsiya wêrankirinê. Jînge û xweza, ji bo vê rêjîma dagirkar qet girîng nîn e. Vê carê jî plana avakirina santrala “Sole Dûkal” li devera Mirgewe a ser bi bajarê Urmiyê rastî nerazîbûna tund a xelkê deverê û çalakvanên jîngehparêzî hatiye. Ev pirojeya han ku bi hevkariya hejmarek ji parlementêr û hêzên serkutkar ên Îranê tê cîbicîkirin, metirsiyek cidî li ser samanên xwezayî, çandinî û niştecihên vê deverê tê hesibandin.

Li gorî agahiyên ji herêma Mirgewer a Urmiyê hatin girtin, çêkirin û xebitandina vê santralê dikare hêdî hêdî erd û xwezayên Mirgewer giştî ji holê rabike. Ev herêma ku yek ji herêmên herî kevnar ên xwezayî yên Kurdistanê tê hesibandin, ji ber çavkaniyên avê, mêrgên şîn û cihêrengiya jîngeya vê navçeya bedew, xwedî girîngiyeke mezin e. Lê bi avakirina vê santralê re metirsiya zuhabûna çavkaniyên avê û jinavbirina êkosîstêma xwezayî ya herêmê heye. Kêmbûna asta ava binê erdê li vê navçeyê, wêrankirina mêrg û baniyan û jinavçûna ajelên kovî li pey xwe ve tîne.

Aboriya xelkê Mirgewer a Urmiyê bi giranî li ser çandinî û cotkariyê ye. Her guhertinek di çavkaniyên av û axa herêmê de dikare rasterast bandorê li ser jiyana şêniyan li vê herêmê bike. Pisporan hişyarî dan ku ev proje dikare çandiniya herêmê ber bi wêraniyê ve bikişîne û cotkarî jî bikeve bin metirsiyê nemanê. Wendakirina karên cotkarî û çandiniyê dê mirovan neçar bike ku koç bikin û di dawiyê de pêkhateya dêmografîk a herêmê biguhere.

Herêma Mirgever a Urmiyê ji ber dîmenên xweş û xwezaya xwe ya bedew û xweşik, yek ji cihên geştyarî yên bedew yên Kurdistanê ye. Her sal gelek gerok û geştiyar serdana vê deverê dikin, ku ev yek dibe alîkar ku aboriya herêmî geşeyê bike û pêş bikeve. Lê çêkirina vê santralê ji bilî wêrankirina xwezayê, wê tûrîzma herêmê jî ji holê rabike. Di demeke kurt de kêmbûna hatina geştyaran dê bibe sedema derbeyeke mezin a aborî li niştecihan, lê di demek dirêj de ev guhertin dikarin bibin sedema ji holê rakirina tevahî ya nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê.

Gelek rexnegir di wê baweriyê de ne ku ev piroje ne tenê bi ti awayekî planeke geşepêdanê nîn e, belkî beşeke ji siyasetên mezin ên rêjîma dagirkar û faşîstî ya Îranê ji bo kontrolkirin û guhertina pêkhateya dêmografîk a van navçeyan li Kurdistanê. Bi wêrankirina jînge, xweza û çandiniyê re li Kurdistanê dê mirov neçar bimînin ku koç bikin û di dawiyê de ew devera ku bi sedan salan bûye warê gelên xwecihî dê bê mirov bimîne. Ev mijar heman tişt e ku li parçeyên din ên Kurdistanê jî hatiye dîtin û careke din jî nîşana nêzîkbûneke bi qestî ye ji bo lawazkirina nasnameyên xwecihî û ferzkirina guhertinên zorê di pêkhateya dêmografîk a navçeyên taybet de ji aliyê dagirkar ve.

Xelkê herêma Mirgewer gelek caran nerazîbûna xwe li hemberî vê planê nîşan dane. Ew dibêjin bi gelê Mirgewer re ti şêwir nehatiye kirin û bêyî ku berjewendiyên gel li ber çavan bên girtin li pişt perdeyê biryar hatine girtin da ku xweza bê jinavbirin. Heya niha berpirsên rêjîma dagirkar a Îranê bi awayekî cidî bersiva xwepêşandanan nedane û vê bêdengiyê jî nîgeraniya berdewamiya pêkanîna vê projeyê zêdetir kiriye.

Ji ber ku meyla heyî ji aliyê dagirkar ve ji bo domandina vê projeyê berdewam dike, pêşeroja herêma Mirgewer di nezelaliyê de ye. Ger ji bo rawestandina vê projeyê gav neyên avêtin, êdî dibe ku di van çend salên pêş de navçeya Mirgewer bibe herêmeke çol û bê mirov. Çalakvanên jîngeparêz û xelkê wir berdewam daxwazê dikin ku ev proje were rawestandin û ji aliyê pisporên serbixwe ve ji nû ve bê lêkolînkirin. Lê belê dagirkar qet guh nade wan.

Mirgewer herêmek e ku li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê ye. Ev herêm li ser sînorê siyasî yê dagirkariya Îran û Tirkiye ye û li ser rêya navenda Urmiyê û Bajêrgeha Sîlwana ye.

Xelkê Mirgewerê bi gelemperî Kurdan in. Jiyanên wan bi awayekî gelemper ji nerê ve bi bingeha çand û kiştûkalê ye. Xebata sereke ya xelkê gundên Mirgewerê, wekî herêmên din ên Kurdistanê, li ser bercîvanî û cotkarî ye. Xelkê gundên wir di cotkarî de gelek berhemên xwe didin bazarê, wekî genim, gûzê û tiştên din. Her weha, berhemên xwaringî û çêkirina tiştên bi destan jî di nav xebat û kar û berhemên xelkê wir de hene.

Li herêma Mirgewerê, çand û dabên Kurdî bi qewetî tê peymanîn. Dîlan, stran û govendên kevnar ên Kurdî di nav xelkê de pir têne dîtin û dawetên wan bi çanda Kurdî tên pîrozkirin, bi taybetî di dema pîrozbahiyên cejnên Kurdî de wekî Newroz. Her weha, xelkê herêmê bi dilxwazî û micd, bi awayekî hevgirtî xwe nasnameya Kurdî ya xwe diparêze.