
Li 1ê Ban3emera 1404 a Rojî, li bajarê Wanê de civîneke mezin bi beşdariya zêdetir ji 300 kesayetî, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û nûnerên saziyên medenî cîvînek li jêr nanê “Li Hemberî Nîqaş Û Geşedanên Dawî Divê Kurd Çi Bikin” ji aliyê partiyên “HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK” ve bi rê ve ço û wan partiyan daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Deqa daxuyaniya wan paertiyan wiha ye:
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK:
DIVÊ MAFÊN NETEWEYÎ YÊN GELÊ KURD BÊ ŞERT BÊ NASKIRIN
Zêdetirî 300 rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl yên xwedî nêrînên cuda beşdarê komxebata bi navê “Li Hemberî Nîqaş Û Geşedanên Dawî Divê Kurd Çi Bikin” bûn ku di 20ê Nîsana 2025an de li Wanê pêk hat. Di komxebatê de gelek beşdaran nêrînên xwe anîn zimên.
Di komxebata ku li Wanê hat lidarxistin de, geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, rûxandina Rejîma Esed li Sûriyê, paşeroja Rojavayê Kurdistanê, gotûbêjên ên di çarçoveya ‘Çek danîn û tasfiyekirina PKKê’ li Tirkiyê û siyaseta ku divê aktorên siyasî yên kurd li dijî van hemû geşedanan bişopînin û hwd. hatin gengeşî kirin û biryar hat dayin ku vê encamnama jêrîn ji raya giştî re were parvekirin.
Di Navenda Geşedanên Rojhilata Navîn De Pirsgirêka Kurd Cîh Digre
Geşedanên dawîn yên li Rojhilata Navîn di heman demê de bandorê li çar parçeyên Kurdistanê jî dike. Welatê ku herî zêde di bin bandora geşedanên dawî de maye Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Hilweşîna Rejîma Baas a 61 salî ya bi xwînî, derbeyek mezin li nîzama dijê Kurd xist û derfetên dîrokî li pêşîya Kurdên Sûriyê derxist holê.
Komxebata me girîngiyek mezin dide wê yekê ku li Rojavayê Kurdistanê hemû partiyên kurdî li dor bernameyeke niştimanî ya hevbeş hevgirtina xwe pêkbînin da ku sûdwerbigirin ji firsendên dîrokî yên ku li Sûriyê derketine pêş û li himberî rîsk û xeterîyan yekhelwestîya xwe bihûnin û ew wek şandeke hevbeş bi rêveberiya Şamê re bibin muxatab. Di vê çarçoveyê de komxebata me hevdîtina birêz Mesûd Barzanî û Mazlûm Ebdî ya li Hewlêrê a16ê Çileya 2025an û hewlên Hikumeta Herêma Kurdistanê yên diplomatik bi dewletê herêmê û hevdîtinên bi alîyên Kurdî re erênî dibîne û bi hemû awayî piştgîriya hewlên yekrêzî û nêzîkbûnîyê dike.
Yek ji welatê ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn bandor lê kirîye jî Tirkiye ye. Geşedanên li herêmê pirsgirêka kurd dîsa xiste rojeva Tirkiyê. Pêvajoya ku di Cotmeha 2024'an de bi banga Dewlet Bahçelî dest pê kir û bi hevdîtinên bi Ocalan re li Îmraliyê dewam kir, lez da nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd. Ji aliyê din ve hikûmeta Tirkiyê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ti bernameyeke dernexistiye holê. Berovajî vê yekê, hê jî pirsgirêka kurd bi PKK û terorê re girê dide û naveroka rastîya pirsgirêkê vedişêre.
Di lihevkirina Dewleta Tirk û Ocalan a di 27ê Sibatê de derketibû pêş ku PKK dest ji çekan berde. Çek berdana PKKê gavekê erênî ye. Ji bo dawîlêhatina mirinan û dawîlêhatina tundiyê, danîna çekan gavekî girîng e.
Lê ev bi tena serê xwe nayê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, her weha ev yeka aştî û aramîyekî berdewam jî peyda nake.
Ji Bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê Têgihiştinek Berfireh, Radîkal û Wekhevîxwaz Pêwîst e
Beriya her tiştî divê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê rast û dirust were pênasekirin.
Miletê Kurd ku welatê wî hatiye parçekirin û parvekirin, bi tevî her cure polîtîkayên zext, înkar, îmha û asîmîlasyonê heta roja me ya îroyîn jî, hebûna xwe parastîye û li ser axa xwe wek neteweyek qedîm, xwedî zimanê xwe yê dewlemend û çanda xwe ya xurt e.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nifûsa Kurdan nêzî 30 milyon e.
Mafê netewa Kurd e ku li Kurdistanê jîyanekî bi rûmet û dûr ji bindestî û tirs û xofê, di nav azadî û ewlehiyê de bijî. Wek her miletî mafê miletê kurd jî heye ku bi azadî li ser paşeroja xwe biryarê bide, li welatê xwe bi statuyeke siyasî xwe bi rêve bibe û li dijî zilm û zordestiyê li ber xwe bide.
Li gorî pêkhateya pirneteweyî, pirçandîyê, divê Dewleta Tirkiyeyê bi şêwazeke federal ya li ser esasê şirîkatîyeke wekhevîyê ji nû ve were avakirin.
Divê ziman, çand û maf û azadiyên demokratîk ên Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn, bi tevahî bên naskirin û rê bide ku kurd li cîhen ku lê pir in, xwe bi rêve bibin.
Divê dawî li polîtîkayên qirêj, biçûkxistinê û asîmîlasyonê bi taybetî yên li ser jin û ciwanên civaka Kurd bê anîn. û piştgirî li têkoşîna wekhevî û azadîya jinan bê kirin.
Komxebata Me Balê Dikişîne Ser Wê Yekê Ku Ji Bo Avakirina Demokrasiyeke Li Gorî Pîvanên Gerdûnî û Çareseriyekî Edlane û Wekhev a Pirsgirêka Kurd, Hewcedarî Bi Gavên Jêrîn Hene
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd avakirina hawîrdoreke azad, demokratîk, ji tundiyê dûr ferz e.
Pêvajoyeke muhtemel a ku jibo çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê bike, divê vekirî û şefaf be û bi beşdariya hemû aliyên Kurdistanî birêve biçe.
Divê Dewleta Tirk bi Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê re bikeve nava diyalogê û rêz li mafê xwerêvebirina gelê me bigire.
Ji bo di siyasetê de dawîlênanîna tundiyê divê bi lezgînî hemû alî gavên pêwîst bavêjin.
Divê rastiya neteweya Kurd bê naskirin, maf û azadiyên bingehîn ên ku bingeha netewebûnê ne, bi destûrî bêne garantîkirin.
Em carekî din didin xwîya kirin;
Divê mafên netewî yên rewa yên neteweya Kurd tu car nebe mijara bazarê, bê şert û merc zûtirîn dem de werin naskirin.
Ger em hêza xwe bikin yek, teqez em ê bi ser bikevin.
20.04.2025 Wan
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)
Partîya Demokrata Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur)
Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)