Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandinên li navbera Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî digel rêjîmê dê dest pê bikin

12:35 - 10 Îlon 2025

Roja Sêşemî 18ê Xermananê, “Rafael Grossi” serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî digel Ebas Îraqçî wezîrê derve yê rêjîmê, li welatê Misrê de li derheq şêwaza danûstandinan lihev kirin û ew danûstandin dê dest pê bikin.

“Rafael Grossi” ev lihevkirin bi pêngawek serrast û erênî binav kir lê ragihand ku gelek pirsgirêkên din mane ku dibe bêne çareserkirin”.

Ebas Îraqçî jî piştî vê lihevkirinê îda kir ku hekî mikanîsma maşê bê çalakkirin, rêjîma Îranê dê pêngawên diyarîkirî li vê lihevkirinê de dê bisekinîne.

Berpirsên rêjîma Îranê îdia dikin ku çalakkirina mikanîsma maşê nikare ti bandor û karlêkeriyek bi ser rêjîmê hebe, ji aliyê din ve bo çalaknekirina vê mikanîsmê, amade bûye digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî danûstandin û lihevkirinê bike.