
Piştî çendîn teqînên mezin li bajarê “Dohê”, paytexta Qeterê, Îsraîlê ragihand ku rêberên payebilind ên Hemasê kirine armanc.
Kanala têlêvîzyoniya 14 a Îsraîl ragihand ku Artêşa Îsraîl û Saziya Ewlehî ya Îsraîlê “Shin Bet” bi fermî berpirsayetiya êrîşkirin a bo ser rêberên Hemasê li stuyê xwe girtiye.
Pêka raporan çendîn kes ji endamên rêberatiya Hemasê li vê êrîşê de hatine kuştin lê heta niha bi serastî amara kuştiyan û nasnameya serast a wan belav nebûye.