
Li devedevê salvegera tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê 24 encumenên kedkarî daxiyaniyek li jêr navê Tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê berdewam e û paşhatên vê zindî ne” belav kirin.
24 encumenên kedkarî bi hilkefta sêyemîn salvegera tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê li daxuyaniyekê de ragihandine ku dawîanîn bi apartayda regezî û bidestveanîna azadiyên bê merc ên siyasî, civakî û kultûrî, dê armanca wan ya berdewam be.
Ev dxuyaniya ku li roja Duşemî 17ê Xermananê hatiye belavkirin, tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê wek lêkeft û encama zêdetir ji 4 dehikan a xweragiriyê binav kiriye û tekezî kiriye ku daxwaziyên civakê li xwenîşandana nerzayetî li derheq hejarî û cudatîdanînan heta dijayetî digel tepeserkirin û sivîkatîkirinan, berdewam û zindî ye.
Li vê daxuyaniyê de hatiye ku qeyranên wek derzên kûr li navbera hejarî û darayî, cidatîdanîna regezî, kombûna hêz li çengê kêmîneyek biçûk û tepeserker, erzankirin û nedana mafê hêza kar, gendeliya sîstematîk, berfirehiya bêkarî, penaberiya bi milyonan, kawilbûna jîngeh, bi hederdan û talankirina çavkaniyan û tepeseriya sîstematîk, berhema pêkhateya sitemkar, cudaker û xoser a îslama siyasî ye.
Wan encumenan tevî îşarekirin bi metirsiyên berdewam ên şer bo ser xelkê, ragihandine ku ev rewşa, encama siyaseta şerxwazane û destêwerdanên komara îslamî û pêdegirî bi ser berhemanîna çeka navkî û parastina milêsan ên ser bi rêjîmê ye.
Wajokerên vê daxuyaniyê, nerizayetiyên rojane yên xelkê li derheq jiyan û xweragiriyên wan li hember kawilkariyên jîngehî heta daxaziyên girtiyên siyasî û sekinandina bidarvekirinan wek berdewamiya hemen tevgerê dane zanîn û tekezî kirine ku ev tevlîhevî û aloziyane beşek zindî ne ku nîşanderê berdewambûna tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ye.
Wan 24 encumenan li dawiya daxuyaniye de rêya gihîştina xelkê bi paşerojeke xweşbijîv, azad û vekhev, rêkxistina encumenên medenî û îradeya bi kom li pêkhateya siaysî ya welat dane zanîn û daxwaz li hemû hêz û aliyên pêşkevtî kirine ku li çarçoveya daxwaziyên bingehîn ên civakê, geşê bidin bi yekîtiya xwe.