
Piştî êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser bînaya kombûna rêberatiya Hemasê li bajarê “Dohê”, paytexta Qeterê, Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê careke din bi tekezî ragihand ku li her cihekê dê berpirsên Hemasê bikin armanc û ji nav bibin.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye ku bikerên cinayeta 7ê Octoberê nikarin bi ti awayekê xwe ji vê tolhildanê rizgar bikin û artêşa Îsraîl dê li wan operasiyonan de berdewam be.
Îsraîl tevî ku bi encamdana vê operasyonê rastî givaşan hatiye lê li ser biryara xwe micid û pêdagir e.
Amerîkayê jî li vê derheqê de ragihand ku Îsraîlê bê agehdarkirina Amerîkayê ev operasiyon kiriye lê ev bi armancgirtina Hemasê li vê operasiyonê de bi hêja binav kir.