
Li salvegera mûşekbarana binkeyên Hizba Dêmokrat û şhîdkirina çendîn kes ji endamên rêberî, kadr û pêşmergeyên Hizba Dêmokrat li 17ê Xermananê, ji aliyê rêjîma Îranê ve, li bajarê Sinê de bo rêzgirtin ji nav û yada wan şehîdan, çalakiyek berfireh a teblîxî ji aliyê endamên û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat ve bi rê ve çoye û wêne û traktên taybet bi vê rojê li wî bajarêî de hatine belavkirin.
Herwisa li devedevê nêzîkbûna 26ê Xermananê, salvegera Şehîdkirina “Dr. Şerefkendî” û hevalên wî, çalakiyên teblîxî yên bi vê hilkeftê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de dest pê kirine û li bajarê Kamêranê trakt û posterên taybet bi 26ê Xermananê û herwisa li taxa Mukriyan a bajarê Mihabadê û gundê Kerêzeya Şêxan de beşek jî dîwaran bi dirûşma bijî Hizba Dêmokrat, hatine xemilandin.