Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran bi armanca dorlêdana dorpêçên Amerîkayê şirket ava kirine

12:19 - 30 Nîsan 2025

Spaha pasdaran a terorîst bi avakirina şirketan li jêr navê medenî û xizmetkariyan, dorpêçên Amerîkayê dor lê dide û yek ji wan şewata mûşekan ji Çînê bo wêzgeha Recayî veguhastiye.

Bi sedema dorpêçên Amerîkayê bo ser rêjîma Îranê, spaha pasdaran a terorîst hinek şirket bi navên cuda ‘ bi rûkê ticarî û xizmetkariya aborî, ava kirine ku yek ji wan şirketa “Sîna” a ser bi spaha pasdaran terorîst e û li nava lîstê dorpêçên Amçerîka bo ser rêjîma Îranê de ye.

Vê şirkete şirketeke din li jêr navê “Şîran Zerrîn” ava kiriye ku şewata mûşekên balistîkî yên spaha pasdaran ji Çînê bo wêzgeha Recayî li bajarê Bender Ebasê veguhastiye ku bû sedema bûyereke bi xwîn ku tevî xisarên malî yên gelek zêde, bû sedema canjidestdana dehan kesan û birîndarbûna zêdetir ji hezar kesan.

Şirketên ser bi spaha pasdaran li jêr navê şirketên asayî yên ticarî û xizmetkariyên deryayî, alav û madên hewce bo spaha pasdaran a terorîst bi rêya hêlên ticareta medenî û li enbarên alav û tiştên asayî yên ticarî, veguhastina cebilxane û madên teqîn û şewata mûşekên balistîkî yên rêjîmê cî bi cî dikin.

Wan şirketan di cihê ximetkirin bi aboriya Îranê, li xizmeta projeyên kawilker ên spaha pasdaran de ne ku can û jiyana xelkê Îranê xistine metirsiyê û kirine armanc.