Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth ragihand ku Îsraîl ji bo êrîşeke leşkerî ya berfireh û çendroje li dijî Îranê, zexta xwe ya li ser rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Tiramp didomîne. Li gorî raporê, armanca vê operasyonê jinavbirina şiyanên sîstema Îranê û nêzîkkirina wê ya ber bi hilweşînê ve ye, her çend rûxana desthilatê ne misoger be jî.
Rayedarên Îsraîlî dane zanîn ku tevî îhtimala êrîşeke serbixwe, vebijêrka sereke ya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu, Serfermandar Eyal Zamir û Serokê Mûsadê Roman Goffman operasyonake hevbeş bi beşdariya Amerîkayê ye. Herwisa hat gotin ku Amerîkî li ser wê bawerê ne ku Îsraîl bi tenê tevnagere û eger biryara êrîşê bê dayîn, dê hevparî baştir be.
Ji aliyekî din ve, Wezîrê Berê yê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper pêşbînî kir ku şerê li dijî Îranê herî kêm dê heta sala 2027an bidome û dibe ku heta salên 2028 an 2029an jî dirêj bike. Esper tekez kir ku dema şer girêdayî stratejiya hilbijartî ye û piştgiriya xwe ji bo dorpêça aborî ya Tiramp anî ziman da ku Îran neçarî danûstandinê bibe.