
N. Eskender Ceiferî
Li pişt tometa nû ya rêjîma nijadperest ji bo êrîşa ser koçberên Efxan bi tometa sîxurî ji bo Îsraîlê, heman mêkanîzma kevn heye ku hertim domandina desthilatdariya dîktator û dagirkaran, bi danîna "dujminê navxweyî" pêk tê. Çavkaniyên navnetewî yên wekî El-Cezîre û Human Rights Watch hişyarî dane ku rêjîma Îranê, her dema ku aloziyên herêmî zêde dibin, gefên ewlehiyê li civaka Efxan ya bi mîlyonan dike. Lê tiştê ku ev makîneya propagandayê vedişêre ev e ku piraniya van koçberan ji xirbeyên şer, Talîban, pirsgirêkên malbatê û nebûna azadiyê reviyane û karên herî giran û erzan dikin lê dîsa jî li welatekî dijîn ku ji Efxanistanê xirabtir e.
Siyaseta "çêkirina dijminên navxwe" li dijî Efxann ne nû ye; lê êtîkêtkirina wan wekî sîxurên Îsraîlê taktîkek xapînok e ji bo tepeserkirinê ku divê her krîzek nû bi hilberandina qurbaniyek nû ji bîra xelkê bibe. Ev tometên bê bingeh dibin biryar ji bo girtin, dersînorkirin û bêrêzîkirina sîstêmatîk; heman guhertoya dubarekirî ku çavên zordar ji gendeliya desthilatê, krîza aborî û bêbandoriya tazî rizgar dike û wê ber bi penaberên bêdeng û belengaz ve diguhezîne.
Di mijara tundûtûjiya regezperestane de, ramanwerê radîkal ê dijî kolonyalîst bi navê Frants Fanon digot ku her dagirkarek ji bo ku bijî, pêdivî ye ku dujminekî din biafirîne; yekî din ku divê rûyekî wek ajelan û metirsîdar hebe da ku zext û tundûtûjiyê rewa bike. Ji bo Fanon, ev "yê din" ne tenê bêdeng dimîne lê di heman demê de wek hov û nemirov tê dîtin. Koçberê Efxan li Îranê bi salan e ku di vê rewşê de ye: keda erzan, bêmaf û bêdengî; û niha "ajanê Mûsadê". Ev heman dagirkariya nû ye ku di nav sînorên netewî de, bêyî sînorên fermî jî, tê hilberandin.
Slavoj Jîjek, fîlozofekî hevçerx e ku dibêje êlîtên serdest hewce ne ku dijminekî navxweyî biafirînin da ku hêrsa girseyan kontrol bikin. Hêrsek ku divê ne li ser koşkên desthilatdariyê, lê li ser malên xêzanên Efxan birêve biçe; heman karkerê ku sibê divê kerpîç li ser kerpîç deyne da ku bajar mezin bibe, lê di heman demê de bi hejandina histûnên ewlehiya netewî jî tê tometbarkirin. Di vê mentiqa şaş de, malbatên Efxan her gav ji ber krîzên ku di afirandina wan de rolek nebûye têne tawanbarkirin û sûcdarkirin.
Antonio Gramsci, serkêşê berxwedana çandî, rave dike ku ev mêkanîzm tenê bi zorê nayê domandin; berevajî vê, rêjîm makîneya xwe ya mêdyayê û amûra propagandayê bikar tîne da ku vê vegotina "gefa Efxanan" di hişê civaka Fars de biçîne. Dema ku ev hêjmoniya çandî pêk tê, gelek Fars, cîranên xwe yên Efxan wekî sîxur dibînin. Ev valahî ji bo domandina pergala heyî derfetek baş e; Parçekirina gel bo "kesên hundirîn" û "kesên derve" da ku dagirkar li ser desthilatê bimîne.
Di vê navberê de, dengê Dr. Ebdulrehman Qasimlo hîn jî zindî ye; rêberê Kurd ku berî têrora xwe li Viyanayê hişyarî da ku avahiya desthilatdariyê li Îranê bêyî hilberandina dijminekî navxweyî nikare bijî. Wî got ku tepeserkirina kêmneteweyan ne tenê pirsgirêkek êtnîkî ye; ew di heman demê de laboratuwarek e ku rêjîm tê de "tepeserkirina siyasî" pratîk û giştî dike. Îro dora Efxanan e, sibê dora her kesekî ye ye ku gumanê li vegotina fermî ya rêjîmê dike. Weke ku çawan ev dehan sal in ku dora tepisandina Kurdan bû.
Tawanbarkirina Efxanan ji bo sîxuriya Îsraîlê, ji gefeke rastîn bêtir e, ew qebûlkirina têkçûna rêziknameya heyî ye ji bo çareserkirina krîzên siyasî, civakî û aborî. Mezaxtina vê siyasetê heman mirovên bê pêlav in ku bêdeng dixebitin, rastî bêrêziyê tên û di dawiyê de tên dersînorkirin.
Li gor ramana Fanon, Jîjek, Gramsci û Dr. Qasimlû, çîrok eşkere ye: "perçe bike û hukmê bike", taktîka kevn û bêrehm e ku civakê heya navikê perçe dike.
Aimé Césaire bi jîrî kokên vê çerxê eşkere dike: kolonyalîst, tundûtûjiya ku li derve tê serê wî, di ser hejaran re dupat dike. Heman siyaseta ku "yê din" di koloniyan de vediguherîne û weke hov, paşverû û metirsîdar binav dike. Herwisa li dijî kêmneteweyan û bindestan tê bikaranîn.
Îro, koçberê Efxanî li Îranê qurbaniyên heman mantiqê ne: divê tiştek were şermezarkirin da ku pergalek di krîzê de bikeve dewsa "ewlehiyê".
Césaire got, "Şaristaniya kolonyal heman hovîtiya ku li welatên dûr li hemberî wê pêk hatiye, vedigerîne dilê xwe." Ev heman hişyarî ye ku, eger bê piştguhxistin, zû yan dereng dê bibe sedema derbasbûna tundûtûjiyê ji sînoran; ji ber ku gava ku kerb saz bibe, tu dîwarek nikare wê rawestîne.
Ev çerx, ewlehî û hevgirtinê nayne; ew tenê hêrs, kerb û bêbaweriyê diçîne ku rojekê dê ji kontrolê derkevin. Qurbaniyên wê, niha Efxanên bêmal in. Weke ku çawan ev dehan sal in ku Kurd jî qurbanî ne. Gelên din qurbaniyên sibê ne. Di vê lîstikê de, tiştek her gav dimîne: hêz jiyaneke derewîn ji bo dagirkar dikire, lê bi bihayê mirovahiyê.