
N. Hesen Mukerem
Di van hefteyên dawî de, rejîma Îranê dest bi girtinên berfireh kiriye, bi hincet û tohmeta sîxorî bo Îsraîlê. Li gor raporên fermî û çavdêrên mafên mirov, zêdetir ji 700 kes bi tohmeta hevkarî an sîxorî bo Îsraîl hatine girtin, lê hin çavkaniyên serbixwe vê hejmarê heta 900 kesî jî diyar dikin. Ev girtinên bê sînor piştî êrîşa Îsraîl li ser Îran û piştî şikestên leşkerî û siyasiya rejîma Îranê di şerê 12 roje de bi Îsraîl rû dane.
Tohmetên li dijî girtiyan gelek fireh in û di nav de “hevkarî bi Mossad”, “sîxorî”, “têkdana ewlehiya giştî”, “belavkirina wêneyên bombebaranan”, “xwestina dawî bûna şer”, û heta “gef kirina ji berpirsên leşkerî û siyasî” di torên civakî de hene.
Beşek mezin ji girtiyan, welatiyên sivîl, çalakvanên civakî, Behayî, penaberên Efixanistanê û heta geştyarên biyanî û Cihûyên akincî anku xelkê Îranê ne. Gelek ji van girtiyan tenê bo ku film an wêneya êrîşên Îsraîl di mobîlê xwe de hebûn an jî belavokek li torên civakî de belav kirine, hatine girtin.
Lê ev girtin û êrîşên hovane yên rejîma Îranê di bajarên Kurdistanê de berfirehtir e û têkildarîya xurtir ji herêmên din ên Îranê ye. Li gor rapora Torên Mafên Mirovan Kurdistanê, ji destpêka şerê 12 rojan ya di navbera Îran û Îsraîlê heta niha, zêdetir ji 250 heta 300 welatiyên kurd di bajar û gundên Kurdistanê de hatine girtin û dehan kesên din jî bo navendên ewlehî yên rêjîmê hatine gazî kirin û lêpirsîn.
Girtinên han di bajarên wek Sine, Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mehabad, Serdeşt, Pîranşar û Urmiye de gelek fireh bûn û rewşekî tevav ewlehî û milîtarîzeyek xurt li van herêman heye.
Tohmetên li dijî girtiyan bi gelemperî “sîxorî bo Îsraîl”, “propaganda li dijî rejîmê”, “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî” û heta xwedan amûrên têkilî wek Starlink in.
Di hin rewşan de, welatiyên hatine girtin heta mafê hebûna parêzer an agahdariya malbatên xwe jî tunebûne û têgihiştinek giran heye li ser givaş, tepeseriyên zorî û afrindana tirs û xofê di nav welatiyan de.
Lê herwiha, di nav girtinên fireh de, rapor hatine belavkirin ku hin welatiyên kurd ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û sê girtiyên kurd bi tohmeta sîxorî bo Îsraîlê bi veşartî hatine îdamkirin ku yek ji van xelkê başûrê kurdistanê bû û kolber bûn.
Di heman demê de, kontrol û lêgerîna mobaîlan di derve û têketina bajarên Kurdistanê de rewşa tirs û xofê zêde kiriye gotinek berê ku dibêje “tola Îsikê difnê Mûsikê re derdêxe” rêjîma Îranê jî nikarê şerê Îsraîlê bike, givaşê dêxe ser welatiyan û xelkê bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl digire û siza dide.
Rêxistinên mafên mirov diyar dikin ku ev girtinên han beşek ji siyaseta toldildanxwaz û armancî ya rejîma Îranê ye bo kontrolkirina nerzayetiyên welatiyan li hember rewşa dijwar a jiyanê ku aniye gorê û hewisa girtina welatiyên kurd li Rojhilatê Kurdistanê piştî şikestên dawî li dijî Îsraîlê ji demên berê zêdetir bûye.
Gelek malbatên girtiyan ji tirsa encamên ewlehiyê, agahdariyê nadin û hîn jî heta li ser rewşa girtiyên xwe tiştekê nizanin.
Rapor nîşan didin ku ev reşbigîriya xelkê, beşek ji siyaseta hov a Îranê ye bo çêkirina rewşekî tirs û bêdengî piştî şikestên ewlehî û leşkerî ye. Çalakvanên mafên mirov diyar dikin ku rejîma Îranê, li cihê bersivdanê bo neşiyanî û şikestên xwe, bi girtiyên kolektîf û şerê dijî civakê, dixwaze narazîtiyên giştî û civakî kontrol bike. Weke serokê Rêxistina Mafên Mirovên Îranê dibêje: “Gefxwarina sereke bo mayîna rejîmê ye, ne sîxoriya bo Îsraîlê.
Di vê çarçoveyê de, bi nav Meclîsa Şorayê Îslamî jî bi qanûnên nû, cezaya hevkarî bi Îsraîl re zêde kir û heta tohmeta sîxorî jî bi cezayê îdamê hesiband.
Di heman demê de, gelek çalakvanên civakî yên navdar gef ji wan hatiye xwarin an bo demkî hatine girtin û malbatên hin girtiyan hîn jî nizanin ku mirovên wan li kuderên e.
Bi kurtasî, dewleta Îranê bi hênceta “şerê dijî sîxoriya bo Îsraîlê”, şerê girtiyan û têkoşîna fireh li dijî xelkê bêsûç dest pê kir, da ku şikestên xwe di navçeyê û şerê dawî bi Îsraîlê, re veşêr e.