
N. Xelîl Mîlanî
Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîl bi salan di şerekî veşartî û bi wekalet de bûn. Lê tiştê ku di Xakelêweya 1403 de qewimî nîşana dawiya vê serdemê û destpêka şerekî rasterast û bêveger bû. Di 25ê Xakelêweyê de, bo cara yekem, Spaha pastaran a terorîstî a Îranê rasterast bi êrîşeke mûşekî axa Îsraîlê kire armanc, êrîşek ku ji bo tolhildana kuştina fermandarên Îranî li Lubnan û Filistînê hat kirin. Ji wê gavê û pê ve, her tişt guherî.
Tenê çend roj şûnda, di 31ê Xakelêweyê de, Îsraîl ket qada hewayî ya Îranê, sîstema parastina esmanî a rejîmê seqet kir û rê li ber êrîşên din vekir. Bo cara yekem, şer derket holê. Piştî salan ji gefên "jinavbirina Îsraîlê li ser nexşeyê", Komara Îslamî niha xwe di pozîsyona parastinê de dît.
Îsraîl bi ciddî ket meydanê, û armanca wê ji destpêkê ve zelal bû: tunekirina tevahî ya eniya berxwedana Îranê. Vê carê, ev kiryar jî xwedî rewateyeke cîhanî bû, ji ber ku axa wê rasterast hate hedefgirtin, û gefên Xameneyî û fermandarên leşkeriyên rejimê li ser "wêrankirina Îsraîlê" li ser Komara Îslamî hatin tomar kirin.
Di mehên pêş de, şaxên herêmî yên Komara Îslamî yek bi yek hilweşiyan. Ji Hamas û Hizbullah bigire heya Hûsiyan, tu kes nekarî li hember makîneya şer a Îsraîlê û piştgiriya Amerîkayê bisekine. Îsraîl ne tenê li meydana şer, lê di warên dîplomasî û medyayê de jî çalak bû; ji lobiyê li Washingtonê bigire heya wergirtina piştgiriyê ji hevalbendên Rojavayî ji bo hilweşandina binesaziya mûşekî û navokî ya Îranê.
Rastî ev e ku piştî hilweşîna Sedam, Komara Îslamî valahiya ku Iraqê li herêmê hiştibû tijî kir û bi rêya milîsên xwe ve, bi salan hêza xwe nîşan da. Lê heman nîşandana hêzê niha bûbû gefek cîhanî. Kuştina Qasim Silêmanî berî çend salan bû sedema destpêkirina hilweşîna Komara Îslamî li herêmê.
Niha, di Cozerdana 1404an de, me yek ji êrîşên leşkerî yên Îsraîlê yên bêhempa li ser Îranê dît. Êrîşan 12 rojan dom kirin û piraniya binesaziya hesas a mûşek, navokî û leşkerî ya rejîmê wêran kirin. Gelek fermandarên leşkerî û zanyarên navokî di şevekê de hatin kuştin, û Xameneyî, ku heta duh behsa "sekinandina xurt" dikir, niha neçar ma ku di binerdê de agirbestê îlan bike; wî heta newêrîbû derkeve jî.
Di van êrîşan de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî tevlî şer bû û bi bombebarankirina tesîsa Fordowê bi bombebaranên B-2 nîşan da ku Komara Îslamî êdî ne amade ye ku bi projeya bombeya navikî bibe gef bo ser cîhanê.
Niha, Komara Îslamî hema bêje hemû hêza xwe ya sereke winda kiriye: ti projeyek navikî nemaye, ti rehînegirtin kar nake, û ti hêzên wekaletî nikarin vê rewşê biguherînin. Veberhênana bi salan di pîşesaziyên leşkerî û navokî de di çend şevan de bûye dûman
Gelo ev dawiya şer e? Ne mimkûn e. Agirbesta heyî ji bo rejîmek ku tiştek ji bo şantajê tune ye, bêtir bêhnvedanek demkî ye. Îsraîlê ragihandiye ku ew êdî tehdîda Atomî ya Komara Îslamî tehemûl nake, Bi taybetî jî dema ku fermandarên Pasdaran ên Îranê bi eşkereyî behsa bikaranîna mûşekên serên navokî ji bo hedefgirtina Îsraîlê dikin.
Niha, ev şer ne tenê Rojhilata Navîn guhertiye, lê di heman demê de ji bo gelên bindest ên Îranê derfeteke zêrîn peyda kiriye. Kurd, Belûcî, Ereb, Tirkmen û Azerî ezmûna tal a şoreşa 1979an hene. Lê îro şert û merc cuda ne; Înternet, medyaya civakî û hişyariya giştî mirovan ji bo hilweşandina rejîmê amade kiriye.
Rola opozisyonê di vê qonaxê de pir girîng e. Bi dilxweşiyê ve, Partiyên Kurdistana Îranê, xwedî ezmûn û avabûneke baş e, û xelk ji her demê bêtir hişyar e. Ger yekîtî û hevgirtin hebe, vê carê em dikarin derfeta dîrokî bikar bînin û azadî û mafê çarenûsî bi dest bixin.
Bi bidawîhatina Peymana Lozanê û danîna Peymana Îbrahîm, Rêya Dawid, normalîzekirina têkiliyên di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de, û ji nû ve xweşkirina riya nexşeya Rojhilata Navîn, hemî soza guhertinek mezin didin; guhertinek ku, ger em bi aqilmendî tevbigerin, dikare bibe sedema azadiya gelan û bidawîhatina dîktatoriya Komara Îslamî.
Dîrokê nîşan daye ku her rejîmek ku gef li Îsraîlê xwariye an jî êrîşî wê kiriye, hatiye hilweşandin: ji Sedam bigire heta Qezafî. Xamineyî dê ji vê çarenûsê xilas nebe.
Dîrokê nîşan daye ku dîktator naguherin lê dikevin, rejîma dîktatorî ya Xameneyî jî ji vê qaîdeyê ne îstîsna ye, û em ê bibînin ku Komara Îslamî dê berê xwe bide tepeserkirinek tundtir li ser netewe û gelên Îranê, û xwepêşandanên navxweyî dê bibin sedema dawiya rejîmê.