Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baweriya “Dr. Qasimlo” bi rola ciwanan li pêşeroja Kurdistanê

17:19 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2025

N. Bêhzad Qadirî

W. Bêhzad Simko

“Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, rewşenbîr, siyasetvan û rêberê Karîzmatîmkê Kurd û Sekreterê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li hember rola ciwaqnan li civakê de dîtingehek kûr, pêşkevtiyane û pêşerojbîn hebû. Nivşa nû li dîtingeha siyasiya wî de hêza bizvêner a tevgera netewî û dêmokratîka Kurd û avakerê binyata nû ya cîvakî, kultûrî û siyasiya Kurdistanê ye. “Dr. Qasimlo” bi têgihîştinek kûr ji pêşhatên cîhanî û deverî, bi berdewamî li gotar û nivîsên xwe de li ser giringiya rola ciwanan li proseya derbasbûn li sitemkariyê ve bo dêmokrasiyê û ji pesîvatiyê ve bo praktîka hişyarane, tekezî kiriye.

“Dr. Qasimlo” li ser vê baweriyê bû ku bê amadebûna hişyarane, afirêner û çalakaneya “,nivşa nû”, ti guherînek berdewam û avaker çê nabe û hekî em bixwazin pêşerojek azad û dêmokratîk bo gelê xwe ava bikin, dibe ciwanan fêrî hizînê bikin, neku fêrî vê bikin ku hizir li çi tîştekê bikin, çimkî civakek azad, bi ciwanên azad û hişyar tê avakirin.

“Dr. Qasimlo”, ciwan bi komek lipeyketî nedizanî, belku bi nivşeke berpirsyar, rexnegir û hişmend dizanî ku dibe bo avakirina paşerojê, hem waneyan jî dîrokê verbigrin û hem jî çavê wan bi pêşerojê be.

“Dr. Qasimlo” hertim li navbera “xebata çekdarî” û “xebata hizrî û siyasî” de cudatî datîna û baweriya vî wa bû ku ciwanê Kurd nabe her bi tenê çekê hilbigre, belku dibe bizane ku bo çi xebatê dike û çi pêşerojekê dixwaze. Azadî bi tenê bi qurbanîdanê bi dest ve nayê, belku bi hişyarî, perwede û plandanînên siyasî bi dest ve tê.

Bi hizra “Dr. Qasimlo”, nivşa nû dibe bi zanista siyasî û bi hişmendiya civakê bê teyarkirin, bo  evê ku ne tenê li meydana xebat, belkû li serdema danîna binyat û avakirinê de jî, rol hebe.

Dr. Qasimlo” rêkxistina ciwanan bi “Xwendingeha Demokrasiyê” dizanî û tekez li ser vê kiriye ku: “Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat”, hewce ye qutabxaneyek be bo perwede û hînkariya kadrê hizrî û siyasî. Paşeroj ya we ye, lê avakirina paşerojê bibê rêkxistinkirin, ti îmkanek nîne. Dibe fêr bin ku çawa bikarin hem rexnegir û hem berpirsyar bin”. “Dr. qasimli” li ser erk kêşana ustiyê xwe, hevkarî, rexneyên navxweyî û perwerdeya rêberatiya nû, tekezî dikir.

Yek ji xalên xuya yên hizrîna “Dr. Qasimlo”, rexneya wî li rêberatiyên parêzkar û tekezkirina wî li ser veguhastina hişyarane a desthilatê bi nivşa nû bû. “Dr. Qasimlo” hizir dikir ku guherîna cîhanê bê guherîna hizrîn a nivşa nû, ti îmkanek nîne. Nivşa nû dibe pirsyarker, şirovekar û rexnegir be, ne lipeykevtî. “Dr. Qasimlo” li gorateke xwe de dibêje: “rêberên nivşa me dibe cihê xwe bidin nivşa nû, nek wa hizir bikin ku ev anku ciwan pênegihîştî û bê şiyan in. Ev dîtingeha , nîşanderê têgihîştina dêmokratîk û berpirsyarane ya Dr. Qasimlo li modernizasiyona siyasî li tevgera Kurdî de bû.

Li hevpêeyvîneke têlêvîzyonî de jî, “Dr Qasimlo” bi eşkere û rohnî dibêje: “Em nivşik in ku daxwaza xudmuxtarî li çarçoveya Îranê de dikin, lê em nikarin garantiya nivşî bê bikim. Renge ew xudmuxtariyê nexwazin û daxwaza serbixweyiyê bikin. Li wir de “Dr. qasimlo”, baweriya xwe bi ciwanên Kurdistanê dide nîşandan. Xuya ye ku bi bawera wî, hekî nivşa wan nekarin serbixweyî yê bo Kurdistanê bi dest ve bînin, ev nivşa bê ya Kurdistanê, dikarin û ev hebxwe dikarin qedera xwe destnîşan bikin. Herwisa tê xuya ku “Dr. Qasimlo” serbixwyiyê înkar nake û bawerî bi eniya nû ya Kurdistanê heye.

Li hizra “Dr. Qasimlo” de ciwan hêza pênegihîştî nîne, belku endazyar, mûhendis û arşîtektê paşerojê, ev in. “Dr. Qasimlo” bi dîtingehek perwerdeyî, siyasî û teşkîlatî mêzeyî ciwanan dikir û bawera wî ev bû ku rizgariya Kurdistanê, bê nivşa zana, bivêr û berpirs, ti îmkanek nîne. Lewma perwerdekirina nivşa nû, yek ji binyatên startejîk ên xebata vî bû, ne tenê bo azadî, belkû bo avakirina civakek mirovî, vekhev û modern jî bû.