Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şiroveya hundirnasiya kesayetî ya “Dr. Qasimlo” bi tekezkirina bi ser teoriyên kesatî û rêberiyê

12:22 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2025

N. Bêhzad Qadirî

W. Bêhzad Simko

Pêşgot

Rêberê Şehîd “Dr. Qasimlo”, kesayetiyek xuya yê siyasî, hizrî û rewşenbîriya Kurdistanê li sedsala bîstem de bû ku hizira wî bû mektebek mezin li Rojhilatê Kurdistanê û niha jî bi sedan hezar kes li vê mektebê de bi şêwazên curbicur, xebat û tekoşînê dikin. “Dr. Qasimlo” wek Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê, rolek girîng li siyaseta aşîtîxwazane û dîplomasiyê bo gihîştin bi mafên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê hebûye û terorkirina wî li “Viyen”ê li sala 1989 a Zayînî de dawî bi hizr û bîra wî û tekoşîna rêvîngê vî neanî.

Kesayetiya “Dr. Qasimlo”, ne bi tenê li warê siyasî, belkû li warê hundirnasiyê ve jî girîng e û dibe ku lêkolîn li ser bêne kirin, çimkî wî, modêlek ji serkirdayetiya têkel a “karîzma, aqilmendî, xwedî exlaq û diyalog”ê pêşkêş kir.

Em li vê gotarê de hewlê didin ku bi kurtî û bi bikaranaîna teoriyên hundirnasiyên kesayetî û rêberatiyê(wek teoriya pênc fakteriya kesayetî, teoriya rêberiya guherînxwaz û teoriya bizivîna sehan), bas ji aliyên kesayetî û şêwaza rêberatiya “Dr. Qasimlo” bikin.

Jiyan û çalakiyên “Dr. Qasimlo”

“Dr. Ebdulrehman qasimlo” li sala 1309 a Rojî de li gundekî ser bi bajarê Urmiyê de ji dayîk bûꓼ li sala 1341 a rojî de li zanîngeha Pragê de birwanameya Duktora li zanista aborî de vergirt û heta sala 1349 li vê zanîngehê de waneyên “aboriya sermaye û aboriya sosyalîstî û hizra geşeya aborî” digotin.

“Dr. Qasimlo” şarezayiyek tevav bi ser zimanên “Kurdî, Farsî, Tirkî, Erebî, Firensî, Ingilîsî, Çêkî û Rûsî” de hebû û heta astekê jî zimanên “Almanî û Islawî” jî dizanî. “Dr. Qasimlo” heyama 18 salan wek rêberek xwedî bandor û jêhatî, rêberatiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir. Wî li ser “danûstandin, dêmokrasî û rêçareya aşitîxwazane” li hember dewleta Îranê tekezî dikir û her liser mase ya danûstandinê digel nûnerên dewlata Îranê bû ku hate terorkirin.

Çarçoveya teorîkî û gotar

- ev teoriya, kesayetiyê bi ser 5 xalên bingehîn parvedibe, anku “Big Five” bi ser 5 fakterên kesayetî “dervexwazî, rizamendînîşandan, erknasî, cihgîriya sehan û vekirîbûn li hember ceribandinan” de par ve dike.

- Teoriya serkirdatiya guherînxwazꓼ Ev teoriya bi ser 4 taybetmendiyên rêberên guherînxwaz tekezî dike ku ji “Karîzma û bandor û karlêkeriya îdealîstî, bizvênerê rênîşander, handana hizrî û berçavgirtina kesîn” pêk tê.

- Hişmendiya Sehanꓼ Hişmendiya sehan, rolek giring li biryardan, birêvebirina givaş û pêwendiyên mirovî ve heye. Ku ji “hişmendî, xwekontrolkirin, bizvêner û hander, hevxemî û jêhatîbûna civakî” pêk tê.

Taybetmendiyên kesayetiya “Dr. Qasimlo” li ser binyata modêla 5 fakterî

- Dervexwazî: “Dr. Qasimlo”, kesayteiyek civakî, morelder û rûrast hebû. Beşdarîkirin li kombûnên navnetewî û pêwendî û hevdîtinên digel ragihandinan, rojnameyan û radyoyan, belgeyên vê taybetmendiya “Dr. Qasimlo” ne.

-  Rizayetînîşandan: “Dr. Qasimlo”, baweriyek kûr bi diyalog û lihevkirinê hebû. Heta dema ku li hember dujmin de jî disekinî, berdewam tekez li ser çareseriya dîplomatîk dikir.

- Erknasî: dariştina bernameyên hûr, dîsîplîna siyasî û lipeyketinên armancdar ên “Dr. Qasimlo” bo daxwaziyên gelê Kurd, belgeyên rohn ên kesayetiya “Dr. Qasimlo” ne.

- Cihgîrbûna Sehan: Şiyana “Dr. Qasimlo” li kontrolkiirna sehan, heta li rewşên metirsîdar,(wek danûstandinên nihênî û gefên kuştinê), cihê balkêşandinê ne.

- Vekirîbûn li hember Ceribandinan: “Dr. Qasimlo”, bi sedema vê ku li welatên cuda de jiya bû û xwendina akademîk hebû, xwedî hizrek vekirî û rohnkar bû. Hizrên vî têkeliyek ji hizrên resen(bi berçavgirtina civaka Kurdistanê) û modern(bi berçavgirtina civaka rojavayî) hebû.

Şêwaza rêberatiya “Dr. Qasimlo”, wek rêberek guherînxwaz

- Karîzma: gotarên karlêker, şiyana handan û hêz û morel bi xebatkaran û wêneya erêniya giştî ji “Dr. Qasimlo”, karîzmaya bilind a wî didin xuyaꓼ Herwisa vejandin û rakirneserpêya Hizba Dêmokrat, belgeyên kesayetiya karîzmabûna “Dr. Qasimlo” ne.

- Bizvênerê Rênîşander: “Dr. Qasimlo”, xwedî îdealên rast bû û bo paşerojek baştir, hivî bi civaka Kurdistanê dida. Gotar û nivîsên “Dr. Qasimlo” li ser “Sosyalîzma Demokratîk” rastiyên vê yekê diselimînin.

- Handana hizrî: Xwdîhizir û danûstandinkar bû. Şirove û rohnkirinên aborî-siyasiyên wî hêj niha jî cihê bawer in û dibe bêne cîbicîkirin.

- Berçavgirtina kesîn: Hevkar û hevxet û kesên nêzîkî “Dr. Qasimlo”, wî bi kesek dilsoz û xemxwer binav dikin.

Kontrolkirina sehan a “Dr. Qasimlo”

- Hişmendî: “Dr. Qasimlo”, têgihîştinek kûr û hûr ji şiyanan, sînordariyan û jîngeha siyasî û civakî hebû.

- Xemxwerî: “Dr. Qasimlo” li gotûbêjên xwe heta digel dujminan de jî nek tenê awirek îdeolojîk nebû belku dîtingehek mirovî hebû.

- Xwekontrolkirin: Tevî hemû gefên berdewam bi ser “Dr. Qasimlo”, wî hevsengiya reftara xwe diparast.

- Jêhatîbûna civakî: Şiyan li pêkanîna hevpeymaniyên siyasî û rakşana piştevaniya navnetewî(bi taybet dostatiya nêzîk digel Firansê), jîhatîbûna bilind a civakiya “Dr. Qasimlo” didin xuya.

encam

“Dr. Qasimlo li rêzbendiya serkirdeyên wek “Nelson Mandela” û “Tomas Garrigue Masaryk” ê Çêkulsovakiya berê” de ye ku bi têkelkirina “Hizir, miyanneroyî û pragmatîzmê”, çareseriyên aşîtîxwazane û hevrikiyên netewî û siyasî pêşniyar kir.

Kesayetiya “Dr. Ebdulerhamn Qasimlo” dibe ku wek mînaka herî bilind a rêberatiya guherînxwaz bê dîtin. Navberî bi mifahvergirtin ji taybetmendiyên hindirnasî yên erênî yên wek “cihgîrbûna sehan, kontrolkirina bilind a sehan û vekirîbûn li hember ceribandinan”, karî modêleke mirovî û exlaqî li hundirê tevgerek siyasî de bîne berçavan.

Rohnkariya hundirî bo kesayetiya “Dr. Qasimlo” ne tenê her bo têgihîştina baştir a dîroka Kurdistanê alêkarder bû, belku bo hundirnasiya rêberatî li cîhana serdem de jî cihê jêhînbûnê ye.