
N. Serbest Urmiye
Dr. Ebdulrehman Qasimlo (1930–1989) yek ji rêberên siyasî yên herî navdar ên Rojhilata Navîn di sedsala 20’an de ye ku karî têgehên bi hev re nakok wate desthilatdarî û xizmetkariya gel, berxwedan û aştî, nasname û cîhan nîştimaniyê di pergaleke “teorîk-pratîk” a hevgirtî de bîne cem hev. Ew Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û rewşenbîrek sosyal-demokrat bû ku berevajî rewşa siyasî ya serdest a vê demê li herêmê de, tekez li ser ji hev têgihîştinê, gotûbêj, wekhevî û hebûna exlaq di desthilatê de dikir.
Di serdemekê de ku siyaseta herêmî di çembereya tundûtûjî, totalîtarîzm û îdeolojiyên totalîter de hatibû dorpeç kirin, Dr. Qasimlo ji neteweyên herêmê re û bi taybetî ji bo neteweya Kurd asoyeke din vekir: asoyek li ser bingeha mirovhezî, demokrasiyê û çareseriya aştîxwazane ya arîşeyan.
Ji bo ku me vexwendineke nû ji Dr. Qasimlo weke rêberekê exlaqmedar di siyasetê de, kiribe dibe ku em wî reberê mezin di aliyên cuda yên hizrî de pênase bikin, Ku di wir de her çend bi kurtî jî be, hewil hatiye den.
Dr. Qasimlo û pêgeha siyastê; Siyaset di siya eqlaniyet û exlaq de
Dr. Qasimlo, di bin bandora kevneşopiya sosyal demokrat a Ewropayî de û ezmûna xwe weke Kurdekê, di hersê biyavên gotûbj, berpirsiyarî û aqilmendiyê de, pêgeha siyasetê ji nû ve pênase kir. Wî ji siyaset ne wekî qadekê ji bo jiholêrakirina hevrikan, belkû bi meydanekê ji bo bi hev re jiyan û pejirandina taybetmendiyên ji hev cuda mêze dikir. Di gotara xwe de, rêberî bi wateya "berpirsiyariya exlaqî" bû û desthilat tenê demekê wateya rast dide kû di xizmet wekhevî, parastin û jordebirina kerameta mirovan de be.
Aştiya hertimî; Ji girêbesta siyasî ve bo Pêvajoya Şaristaniyê
Di hizra Dr. Qasimlo de, aştî ne bi wateya dawiya şer, belkû destpêka ji nû ve avakirina civak û siyasetê bû. Di ramanên wî de ew sê pêkhateyên bingehîn pêdiviyên aştiya hertimî û domdar bûn:
1. Diyaloga rastîn û berdewam, ne danûstandinên rûyekî;
2. Dadperwetiya aborî, siyasî, civakî û çandî ji bo hemû welatiyan;
3. Demokrasiyê û qebûlkirina cudahiyên zimanî û neteweyî.
Dr. Qasimlo yek ji wan rêberên herêmî bû ku aşitiyê ne di pêgeha bêhêziyê de, belkû weke rûmet û pêgihîştina siyasî û hêza exlaqî dişopand.
Nasname û Cîhanîbûn: Siyaset li Cîhana Postkolonyal de
Wekî rewşenbîrekî Kurd, Dr.Qasimlo hêla dijberiya ne serrast a di navbera "nasnameya neteweyî" û cîhan nîştimaniyê tevlîhev da. Di baweriya wî de mirov dikare hevdem Kurd be, ji zimanê xwe yê dayikê hez bike û perwerde bibe û di heman demê de jî ji bo demokrasiyê, mafên mirovan û dadperweriya cîhanî şer bike. Di vê çarçoveyê de, wî modelek nû ya siyasetê li cîhana postkolonyal pêşkêş kir: modelek ku tê de hemû netewe dikarin derveyî bazneya şovenîzmê, roleke çalak di civaka navneteweyî de hebin.
Stratejiya Guhertinê: Ji Şoreşa Tundajo ve ber bi Reforma Demokratîk
Berevajî piraniya rêberên siyasî yên li Îranê dideh salên salên 60 û 70’an ên Rojî de, ku guhertin tenê bi rêya serhildanên tundûtûj de pênase dikirin, Dr. Qasimlo tekez li ser guhertina gav bi gav, hişmend û xwedî rêkxistin dikir. Têgihîştina Dr. Qasimlo ji tundûtûjiyê, berdewamiya bêdawî ya tolhildan û tepeserkirinê bû, lewma di şûna hilweşandina sîstemê bi milê zorê de, wî bawerî bi reformên bingehî di sîstemê de û di rêya beşdariya medenî(sivîl), diyalog û yekîtiya hêzên demokratîk hebû.
Exlaq li hember Desthilatê; Dr. Qasimlo li dijî Makyavelîzma Rojhilata Navîn
Di ramana Dr. Qasimlo de, exlaq ne bedewî û xemila peyvan bû, belkû pêvanek bû ji bo nirxandin û hilsengandina desthilatê. Wî ji rêberê siyasî weke berpirsiyarê yekem yê exlaq di civakê de mêze dikir. Di rewşek de ku gelek ji tevgerên hevçerx exlaq gorî berjewendiyên demkurt ên desthilatdariyê kirin, Dr. Qasimlo bi terzeke micid li ser vê prensîbê sekinî ku: "berdewambûna her tevgerekê ne di pir çekbûna vê de ye, berevajî di rastiya armancên vê de ye."
Lewma, Dr. Qasimlo di kêleka kesayetiyên wekî Mandela, Howell, û Martin Luther King, de weke rêberekên tê nasandin ku hem siyasetmedar û hem jî mirovhez bû. Rêberê ku li şûna siyasî kirina exlaq de, siyaset exlaqmend.
nûjenkirina teorîk; ji nû ve Formulekirina Pirsa Neteweyî û Demokrasiyê
Dr. Qasimlo di warê teorîk de jî rebereke nûjen bû. Însiyatîfên wî yên herî girîng ên rewşenbîriyê dikarin wiha werin kurtkirin:
• bi hev re girêdana pirsên neteweyî û demokrasiya civakî: Wî nîşan da ku pirsa Kurd ne tenê pirsek neteweyî ye, pirsek e ku girêdayî desthilata totalîter a navendî ye û tenê di çarçoveya pergaleke federal, demokratîk û sekolar de çareser dibe.
• exlaqmendiya siyasetê : Siyaset divêt ku xizmeta parastin û jorde birina keramet mirovan bike, ne alavek be ji bo parastin û sepandina desthilatê.
• gotûbêj çavkaniya guhertinan: Berevajî hizra zordarî û serdestiyê, Dr. Qasimlo ji danûsitandinê weke xala sereke ya kemilîna siyasî mêze dikir.
• tesbît kirina pêhega erênî ya Kurdan di Îrana pêşerojê de: Kurd ne gef in, belkû hevalbendên di demokrasiyê ne.
• pêk ve girêdana nasname, wekhevî û sekularîzmê: Sê bingehên modern yên pêkhateya rewşenbîriyê di siyaseta herêmî de .
Encam:
Terorkirina Dr. v Qasimlo, bi tenê ji holêrakirina kesayetiyeke navdar ê siyasî nebû; bêdengkirina yek ji dengên bê wêne di warê, diyalog û aştîxwaziyê di dîroka hemdem a Rojhilata Navîn de bû. Bikujan derbeyek li pêvajoyeke rastîn ji bo cihgîrkirna aştî û demokratiyê di Kurdistan, Îran û herêmê de dan.
Lê Dr. Qasimlo bi dawî nehatiye; hizir û ramanên wî hertim di xebat û tekoşîna rêvîngên rêbaza wî de, rêberiya pêvajoya aştîxwaz a neteweyî- demokratîk ji bo Kurdistan û heremê dikin. Lewma ye ku dibêjin Dr. Qasimlo di rêbaza xwe de zindî ye.