Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendîyên cîwanan û sîyaseta netewî, mirov çewa dikare bi hev girê bide?

12:45 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2025

N. Cano AMEDÎ

Di heman deman de cîwan pêşeroja neteweyekê ne û beşdarbûna wan di sîyaseta netewî de gelek girîng e. Ji bo cîwan di sîyaseta netewî de cîh bigirin, erkên xwe bi cîh bînin, divê em demsalên sîyasetê, konjonktura dunyê û rastîya civatê li ber çav bigrin. Ji ber vê yekê jî divê em zanibin ku carna xwendin, diyalog, nîrxandin û pêşbînîya di nav nifşan de, dikare bibe sedemên tênegiştinê û ji hev dûrketinê. Di vir de girîngîya zimanê çêker, dîyaloga rasteqîn, hevdû fahm kirin û çanda empatîyê gelekî girîng û pêwîst e.

Em baş dizanin ku jiyan bi xwe dibîstaneke bingehîn e, perwerdeya kamilbûnê ya sîyasî, civakî û aborî ji vir destpêdike. Di hemû rêxistin û şêweyên organîzasyonan de, perwerdeya siyasî û rêxistinî pêwîst e! Em zanin ku li welatên pêşketî, civat di dibistanan de mafê xwe yên demokratîk fêr dibe û tevdigere. Îro pêwîstî bi dezgehên perwerdeyê heye ku rêxistinên cîwanan karibin xwe organize bikin. Lê mixabin sîstema dagirkerîyê hemû şêweyên rêxistinbûnê ji xwe re weke xeterîyeke mezin dibîne, rê nade derfetên perwerdeya sîyasî bên afirandin da ku cîwan di derbarê sîstemên sîyasî, îdeolojîyan û ji rola xwe ya di civakê de agahdar bibin.

Em dizanin ku sîstema desthilatdar û civatên di bin dêrûnîya bindestîyê de ne gelek astengî û qedexeyên mezin derdixin holê. Bendav û dîwarên mezin di navbera nifşan de ava dikin. Desthilatdar, ji nakokîyên navbera nifşan sûd digirin û pirî caran hestên tirs û hizra bêbawerîyek kûr ava dikin. Divê ciwanên welatparêz tu carî rê nedin ku di navbera nifşan de nakokî û bêbawerî pêkbê. Divê rekabet û têkoşîna nav nifşan, li gorî pîvana pêşbirka maratonê ya dest guhertina alayê be, ku ji destekî derbasî destekî din bibe. Divê alaya tecrube û têkoşînê di nav nifşan de dest biguhere ku bigihîje armanc û menzîla xwe.

Ji bo beşdarbûna di rêxistinên cîwanan de pêwîstî bi zanyarî û enerjîyeke nû heye. Di heman deman de cîwan dinamoya guhertinên civakî ne. Pêwîst e em, her tim piştgirîyê bidin rêxistinên cîwanan ku li ser mijarên sîyasî û civakî bixebitin û dengê xwe bigihînin raya giştî.

Em dizanin ku sîstemên desthilatdar, ji bo cîwan di nav civatê nebin xwedî bîryar û bandor, mafê dengdanê bi sînor dikin. Temenê dengdanê naxwazin nizim bikin Bi gelemperî naxwazin ku cîwan zûtir beşdarî pêvajoyên hilbijartinê bibin. Dixwazin hêzên dinamik kedî bikin û piştre tevlî sîstemê bikin. Pirî caran sîstema desthilatdar dixwaze enerjî û dînamîzma cîwanan sabote bike û rê li ber wan asê dike. Sîstem bi rêya helwesta tirs û terörê, dixwaze aşê zilmê bixebitîne.

Afirandina derfetan ji bo ku ciwan bibin endamên partîyên sîyasî, xwe ji bo hilbijartinan namzet nîşan bidin û di saziyên dewletê de cih bigirin sînorkirî ne. Divê bingehek hûqûqî û sîyasî bê amade kirin ku cîwan bibin xwedî maf û derfetan ku bikaribin bê tirs û bê şik beşdarî nav qada sîyasetê bibin. Ew jî bi têkoşîneke domdar mumkun e!

Sîyasetmedar û rayedar divê goh bidin daxwaz û nêrînên ciwanan û hewl bidin ku wan di sîyasetên netewî de bi cih bikin. Ji bo wê jî divê em bi sebir li hevdû gohdar bikin û li ser encamên rasteqîn sîyaseta xwe dîzayn bikin. Divê em bi hêsanî li hev gohdar bikin û rêz li nêrînên hevdû bigrin. Divê em yekser daxwazên xwe li ser hev ferz nekin. Dîsa bi şêweyekî çêker yê pirsyarî, bi rexnegirî em karibin bi hevre rê û rêbazên serkeftinê tespît bikin û bispêrin siberojê.

Di pêşveçûna ciwanan de rola medya

Ji bo siberojêke azad, rola medya û teknolojîyê gellekî girîng û tayînkir e. Bikaranîna medya û teknolojîyê ji bo gihandina ciwanan û teşwîqkirina wan ku di sîyasetê de çalak bin, bi qasî av û nan pêwîst e. Pirî caran di warê aborî û teknolojî de hevokek balkêş heye, bi kar tînin. Dibêjin carna “avantajên derengmayînê dibe destpêka avantajên nû” îro bi rîya têknolojî û derfetên ragihandinê, gelek astengî û dîwarên qedexe hildiweşin. Gava em giranîya xwe bidin teknolojî û bi zanyarî tevbigerin, bawer bikin emê bi ser bikevin. Lewra ciwan dikarin bi hêsanî hêza têknolojîyê bi kar bînin û jê sûd bigirin.

Dîroka sîyaseta netewî li Kurdistanê, dîroka têkoşîn, berxwedan û hêvîyê ye. Kurdan, tevî parçebûna erdnîgarî û zehmetîyên mezin, her dem hewl dane ku nasnameya xwe biparêzin û bigihêjin statûyeke siyasî ya diyarkirî. Her çiqas li hemû beşên Kurdistanê rewş cuda be jî, xwesteka yekitîya neteweyî û bidestxistina mafên rewa yên milletê Kurd hîn jî xurt e û di rojevê de ye!

Di qonaxa niha de, xurtkirina hişmendîya yekîtîya navxweyî ya kurdî, diyalog û tifaqên navxweyî, ji bo pêşvebirina doza kurdî mijarên sereke ne. Motor û dinamîzma serketin û pêşketina sîyaseta neteweyî, bi tecrubeyên têkoşînek domdar, bi ked û xebatên ciwanan pêşve diçe.

Em zanın ku di şertên îroyîn de, bi metod û rêbazên modern, bi alîkarîya teknolojî û ragihandinê, bi alîkarîya dîasporayek bi hêz, şansê sîyaseteke sivîl û demokratîk li Kurdistanê heye, lê ew bi gelek mercan ve girêdayî ye û pêvajoyeke dirêj û bi zehmet divê. Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, ji ber nakokîya berdewam û siyaseta dewleta Tirkiyeyê, rewş pir aloz e. Ji bo diyaloga navxweyî, ji bo çareserîya pirsgirêkan, ji bo pêşxistin û bidestxistina mafên demokratîk û bihêzkirina civaka sivîl, îro pêdivî bi hewldanên bênavber heye.

Divê hemû alîyên sîyasî berpirsiyarîya xwe bi cih bînin ku pêşxistina sîyaseteke sivîl û demokratîk li herêmê desthilatdar bibe.