
N. Bêhzad Qadirî
W. Bêhzad Simko
Roja Pêncşemî 2ê Gelawêja 1404 a Rojî, neyarên jîngeh û niştimana me, agir berdane çiyayê Awiyerê li derdora bajarê Sinê û rûberekî berfireh ji çêrîngeha wî çiyayê geştiyariyî şewitî, Herwisa 7 çalakvanên jîngehparêz ên xelkê Sinê, rastî şewitînê hatin ku li rojên piştre de mixabin 3 ji wan çalakvanan ên bi navên “Hemîd Muradî, Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî” canê xwe goriyê jîngeh û niştimana xwe anku Kurdistan ê kirin û şehîd bûn.
Ev cara yekem nîne ku xortên Kurdistanê bo parastina jîngeha Kurdistanê canê xwe fîda dikin û dibin qurbanî. Lê dibe bibêjim ku mixabin ev pêvajoya, dê berdewam be û qurbaniyên zêdetir ji me bistîne, çimkî heta Kurdistan li jêr desthilta dakîrkera Îranî de be, para netewa me her dê ev yeka be, Lewma li vê gotarê de dixwazim ji vê dîtingehê ve mêzeyî vê rewşê bikin, anku ji dîtingeha dagîrkerî û dagîrbûyî ve.
Dewleta dagîrkera Îranî bi sedemên siyasî, ewlehî, îdelojîkî û pêkhateyî ve, berpirsê yekem ê agirberdan bi jîngeha Kurdistan ê û canjidestdana çalakvanên jîngehî yên Kurd e. Ev pirsa kok û binyata vê li dîtingeheke koloniyalîstî bo Kurdistanê heye ku dewleta dagîrker a Îranî, wek axa ku ji xwe nizane û “piştguh xistî”, “ne-ewleh” û “ ne-xwemalî” dibîne û ne tenê pişguh xistiye belkû cehda jinav birina vê jî dide li çarçoveya niştimanan xwe de mêze dike ku li wir de em îşare bi çend xalên vê yên girîn dikin:
- Rêjîma a Îranî, Kurdistanê wek “deverek sînorî”, “Xwdiyê potansiyela cudabûnê” û “nebûna cihê baweriyê”, mêze dike. Ev dîtingeha, hevşêweya dîtingeha koloniyalîstan bo bi kolonîkiriyan e: “Axek ku dibe bê kontrolkirin, neku geşê pê bidin. Siyasetên nehiştina geşekirinê, jinavbirina darayiyên sirûştî û tepeserkirina kultûrî, beşek ji “serweriya koloniyalîzma navxweyî” ye ku li teroriyên zanista siyasî de jî, naskirî ne.
- Agirberdanên berfireh bi jîngeh, daristan û çêrîngehên Kurdistanê hevdem digel demsala Havînê, bê berteknîşanda lezgîn ji aliyê dezgehên pêywendîdar ên desthilatê, nîşaneyek ji siyaseta “erdê şewitî” ye. Çavkaniyên navxweyî û herwisa şahidên wan bûyeran çendîn caran îşare bi vê yekê kirine ku beşek ji wan agirberdanan, ji aliyê hêzên serbazî an bi sedema manorên serbazî ve dest pêkirine. Netemirandina agiran û heta rêgirîkirin ji beşdarbûna xelkê çalakvan û jîngehparêzan bo temirandina agiran, netenê her xemsarî nîne, belku beşek ji siyaseta tepeserkirina nerim e.
- Kêysên wek şehîdên jîngehê li Sinê (Hemîd Muradî, Çiyako Yûsifînijad û Xebat Emînî), şehîdên jîngehê li Merîwanê (Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî) û şehîdên jîngehê li Pawê (Muxtar Xendanî, Yasîn Kerîmî û Bilal Emînî) û …, ku li dema temirandina agir an parastina darayiya sirûştî ya Kurdistanê de canê xwe fîda kirin, an bi şêweyeke cihê şik û gumanê, hatine kuştin! Belgeyên vê dujminayetî û asîmîlasyon û jinavbirina sîstematîk in. gelek caran, dezgehên ewlehî yên Îranê, bi tohmet û sûçê wek hêza “ne-ewlehkirin” an heta “hevkarê girûpên dijberê rêjîma Îranê” mêzeyî çalakvanên jîngehparêz ên Kurd dikin û gefê li wan dixwin an binçav dikin. Ev cure reftara digel çalakvanên jîngehparêz li deverên niştecîbûna Farsan an navendiyên Îranê de nayê dîtin û ev cudatîdanîna sîstematîk jî careke din îşarekirin bi sirûşta koloniyalîzm a hikûmî ya dewleta dagîrkera Îranî ye.
- Koloniyalîzma navxweyî “îşareye bi asmîlekirin û paşvekêşan ji deverên etnîkî an bidûrragirtî ji aliyê desthilata navendî ve, bê vê yekê ku bo hevwelatîbûn, geşepêdan an beşdarîkirina rastî li siyasetê de, mafê vekhev bo wan deveran dabîn bike. Li Kurdistanê de dagîrker bi jinavbirina jîngeh(birîna zêdeye daran, çêkirina bendavên nezanistî, derxistin û talankirina kangehan, şewitandin û jinavbirina çêrîngeh û giya û avakirina deverên serbazî) û tepeserkirina çalakvanên jîngehî, vê paradayma koloniyalîzma navxweyî, cî bi cî dike. Ew şêwaza dibe sedema talankirina darayiya sirûştî ya deverên Kurdistanî bi qazanca deverên navendî an kompaniyên ser bi damezraweyên ewlehî yên dagîrker.
Têkdana jîngehê li Kurdistanê, bi tenê xisarek aborî nîne, belku êrîşkirinek bo ser bîranînên bi kom, jiyana rojane û çandiya xelkê Kurdistanê ye. Li kultûra Kurdî de çiya, daristan û sirûşt, beşek ji nasnameya netewî ne, jinavbirina wan li rastiyê de êrîşkirin bo ser “rihê bi kom” a netewa Kurd e.
Ku wisa ye!
Rêjîma dagîrketr a Îranî, li warê pêkhateyî, siyasî û îdelojiyê ve li kawilkirina jîngeha Kurdistanê û canjidestdana çalakvanên jîngehparêz ên Kurd, berpirsyar e. lewma bo berevanîkirin li jîngeha Kurdistanê, tenê karek ekolojîkî nîne, belku curek berxwedana netewî û dijî koloniyalîzmê ye.