
Şoreşa Jînayê, Dengê Kurdistanê li dijî Faşîzm û Kolonyalîzma Îranê
N. Eskender Ceiferî
3 sal bi ser destpêkirina serhildana "Jînayê" de li Kurdistanê derbas bûn. Serhildanek ku bi cangorîtiya Jîna Emînî re li Têhranê ji aliyê hêzên rêjîma dagirkar a Îranê ve dest pê kir û di demeke kurt de ji sînorên Kurdistanê derket û tevahiya Îranê girt û bû serhildaneke mezin li dijî dagirkar. Ev serhildan ne tenê protêstoyek li kolanan bû, belku werçerxaneke dîrokî bû ku nîşan da çiqas nakokî, dabeşbûnên kûr ên netewî, zayendî û çînayetî li Îranê hene û ew zulm dikarin refek nû li dijî dagirkariyê, wate berxwedaneke mezin biafirînin.
Lê pirsa sereke dimîne: çima şoreşek ku bi dirûşmeya gerdûnî ya "Jin, Jiyan, Azadî" dest pê kir, nekarî bibe sedema serkeftinê û hilweşandina rêjîma dagirkar a Îranê? Bersiva vê pirsê nikare tenê di tepeserkirinê de were kurtkirin. Divê em li kûrahiya dîroka kolonyalîst a navxweyî ya Îranê, berdewamiya projeyên navendîparêz û ji nû ve hilberandina faşîzma modêrn jî binêrin.
Tevgera Jînayê li herêmên Kurdistan, Belûçistan û Ehwazê rastî şêweyên herî hovane yên tepeserkirinê hat. Bi sedan cangorî, bi hezaran birîndar û girtinên berfireh nîşan dan ku Îran van herêman wekî "koloniyên navxweyî" dibîne. Wan neteweyên nefars hertim qurbanî û cangorî ji bo berxwedanê dane. Hertim di kevana serhildana Jînayê de li van herêman bû ku dirûşmeyên radîkal pêk dihatin. Ew jî diruşmên ji bo serxwebûnê bûn.
Wan diruşmeyan nîşan dan ku ji bo neteweyên bindest, pirsgirêk ne tenê "azadiya takekesî" an "rêforma siyasî" ye, belku tevgera wan têkoşînek radîkal li dijî kolonyalîzmê û ji bo mafê diyarkirina çarenûsê ye.
Berevajî vê, li Têhran û navendê de, asta daxwazan bi piranî di çarçoveya diruşmeya "jin, jiyan, azadî" de ma. Vê cudahiyê dabeşbûnek kûr eşkere kir. Ew jî ev e ku neteweyên ne-Fars nedixwestin ji dagirkarekî derbas bibin û dagirkarek din bê ser kar.
Yek ji faktorên herî girîng ên bêhêvîbûnê, hewldana hin mêdyayên Farsî yên li derveyî Îranê bû ku alîgiriya Pehlewî dikirin. Berevajî diruşmeya modêrn, fêmînîstî û azadîxwazane ya "Jin, Jiyan, Azadî", wan diruşmeyek baviksalar û neteweperest a Farsperest çê kir ku ev jî "Mêr, Welat, Avedanî" bû.
Ev nakokî bi hilkeft nebû. "Jin, Jiyan, Azadî" ne tenê sloganek e, lê felsefeyeke rizgarîxwaz e ku ji tevgerên Kurdî tê û girîngiyê dide azadiya jinan, wekheviya neteweyan û jiyana azad. Berevajî vê, slogana "Mêr, Welat, Avedanî" heman pergala baviksalar û navendî ya Têhranê ducarî dikir. Ew jî êzikek e ku tê de mêr wekî sembolên hêzê, welat wekî amûrek ji bo asîmîlasyonê û avedanî wekî perdeyek ji bo talan û newekheviyê ye.
Ji bo Kurd, Belûç, Ereb û Tirkmen ew ji bilî berdewamiya kolonyalîzma Îranê tiştek din nîn e.
Di 100 salên borî de, ew neteweyên nefars qurbaniyên polîtîkayên asîmîlasyonê û tepeserkirina çandî ji aliyê rêjîma Îranê ve bûne. Qedexeya hînkirina zimanê wan ê dayikê, wêrankirina aboriya van herêmên ne-Fars, talankirina çavkaniyên xwezayî û darvekirina çalakvanên siyasî tenê beşek ji vê projeya kolonyalîzma navxweyî ne.
Jîna, keça Kurd, bû sembola vê dîroka dirêj a zilmê. Ew ne tenê qurbaniya hicaba bi zorê bû, lê belê qurbaniya sîstmeke kolonyalîst bû ku ev sed sal in li ser neteweyên ne-Fars hatiye ferzkirin.
Tevgera Jîna nîşan da ku beşek mezin ji opozîsyona navendî ya Farsan hîn nekariye ji vegotina "Îraneke yekgirtî" derbas bibe. Gelek ji van hêzên Farsan, an daxwazên neteweyên ne-Fars paşguh dixin, an jî bi eşkereyî li dijî wan disekinin.
Di pratîkê de, li şûna ku piştgiriyê bidin berxwedana li Kurdistan, Ehwaz û Belûçistanê, ev hêz pir caran bi bêdengiya xwe an jî bi helwêstên radîkal pişta rêjîmê digirin. Lewma neteweyên bindest pê hesiyan ku heke pişta xwe bi Farsan germ bikin, ewê ji bo hilweşandina dîktatoreke kolonyalîst bên qurbanîkirin, lê di dawiyê de ji hêla yekî din ve dîsa rastî dagirkariyê bên.
Tevî ku Şoreşa Jînayê nebû sedema hilweşandina rêjîma Îranê jî, lê belê ew tevger di eşkerekirina rûyê rastîn ê kolonyalîzma Îranî û faşîzmê de ku di bin kevlê opozîsyona navendî de veşartî ye, serketî bû. Ev ne destkeftek piçûk e.
Şoreşa Jînayê nîşan da ku bêyî naskirina mafên neteweyên Kurd, Belûç, Ereb û Tirkmen û bêyî bidawîkirina dîroka kolonyalîzma navxweyî li Îranê, ti guhertineke mayînde pêk nayê.
Jîna navek e ku îro ne tenê li Îranê, belku li tevahiya cîhanê wekî sembola berxwedanê tê naskirin. Jîna, wate jiyan. Di rastî de wateya rastîn a wî navî tenê wê demê tê fêmkirin ku dengê neteweyên bindest bê bihîstin.
Pêşeroja Rojhilata Navîn bêyî Kurd, Belûç, Tirkmen û Ereban nayê nivîsandin. Her projeyek siyasî ku wan neteweyan paşguh bêxe, dê têk biçe. Şoreşa Jînayê ev rastî eşkere kir ku guhertina rastîn tenê ji dilê naskirina pirrengî û mafên wekhev ên hemî neteweyan pêk tê.
Şoreşa Jînayê ne tenê serhildanek siyasî bû, belkî tevgerek bû ji bo ji nû ve pênasekirina azadiyê li Rojhilata Navîn. Vê tevgerê nîşan da ku azadiya rastîn bêyî bidawîkirina kolonyalîzma navxweyî û bêyî azadkirina jinan ji serdestiya baviksalariyê, çê nabe.
Tevgera Jînayê bîranînek tijî xwîn û berxwedanê ye, lê di heman demê de sembola daxwaza azadiyê ya neteweyekê ye ku êdî naxwaze ji dîktatorekî dagirkar derbasî dîktatorekî din ê dagirkar bibe. Dengê Kurdistan, Belûçistan, Tirkemensehra û Ehwazê, îro dengek cîhanî ye, dengek ku ti hêzek nikare wê bêdeng bike.